Li bajarên Hollandayê çalakiyên şermezarkirinê
Li Amsterdam, Den Haag û Arnhemê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya pê re hatin şermezarkirin.
Li Amsterdam, Den Haag û Arnhemê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya pê re hatin şermezarkirin.
Li bajarên Amsterdam, Den Haag û Arnhemê yên Hollandayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haagê çalakî li pêşiya Parlamenta Hollandayê pêk hat. Di çalakiyê de hate ragihandin ku NATO dewleta Tirk fînanse dike û bi vê ykeê re bombe li Kurdan têne barandin.
Di çalakiyê de li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşm hatin qîrîn.
AMSTERDAM
Li bajarê Amsterdamê jî gelê Kurd tevî dostên xwe li hev civiyan û li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê hate şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin. Di çalakiyê de her wiha nûnerên Radîcal Solîdarîty axivîn û piştevaniya xwe nîşan dan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" hatin qîrîn.
ARNHEM
Li bajarê Arnhemê jî li Wîllemspleînê heman demê li dijî xiyaneta PDK'ê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de her wiha bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdan hate şermezarkirin.