Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Mannheîmê ye

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan li Mannheîmê gelek broşur û pirtûk belav kirin. Pirtûkxaneyê her wiha fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şert û mercên tecrîdkirina wî jî dan nasîn.

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan ku li bajarê Stûttgart ê başûrê Elmanyayê ji bo danasîna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berî du hefteyan dest pê kir û di nava du heftiyan de bajar bi bajar geriya û îro jî li Mannheîm Paradeplatz bû. Pirtûkxaneya ku ji saet 14.00’an heta 18.00’an gera xwe berdewam kir, rastî eleqeyek zêde hat.

Li konê ku li kêleka wî hatibû vedan, gelek broşu û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

Her wiha di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hatiye destpêkirin de gelek îmze hatin komkirin.

Pirtûkxaneya Gerok a Abdullah Ocalan wê sibê li Darmstadt / Ludwigplatzê be. Pirtûkxaneya gerok dê gera xwe li Frankfûrtê bi dawî bike.