Êrişên dewleta Tirk a dagirker li Stûttgartê hatin şermezarkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi meşekê hatin şermezarkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) êvara Yekşemê li bajarê Stûttgartê çalakiyek lidar xistin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di meşê de ku bi dehan ciwan tevlî bûn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla dirûşm hatin qîrîn û ji bo piştevaniya navneteweyî bang hate kirin.

Di daxuyaniya TCŞ'ê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, zextên li girtîgehan, tecreîd û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re hatin şermezarkirin.