Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ku li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan, bertek nîşanî dewleta Tirk û hevkarê wê PDK'ê dan.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyan ji bo li dijî planên şerê qirêj ên dewleta Tirk ên bi PDK’ê re rawestin, mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan amade bûn, li qada Repûblîqûe, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê û pankartên "Li dijî dagirkerî û xiyanetê Kurdistanê biparêzin" û "Em Rojava li dijî dagirkeriyê diparêzin" hatin vekirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Bimre xiyanet", "Qatil-dîktator Erdogan" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.
Hevserokê CDK-F Necmettîn Demîralp di mîtînga ku çalakiya rûniştinê jî hat lidarxistin de daxuyanî da. Demîralp diyar kir ku ew ê ti carî xiyaneta PDK'ê ya ku destkeftiyên Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike, qebûl nekin û got, "Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger bi plana çokdanînê êrîşî destkeftî û nirxên hemû gelê Kurdistanê dike û bi dagirkerî û komkujiyan re dixwaze encamekê bi dest bixe. Ji bo parastina nirx û pêşeroja gelê Kurdistanê, emê li dijî êrîşên dagirker û hevkaran berxwedanê bilind bikin."
Li ser navê ACTÎT'ê Kemal Karanfîl jî banga berxwedana hevpar û mezinkirina têkoşînê kir.
Di çalakiya ku belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û belavkirin de, gerîlayên berxwedêr hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku heta êrîş rawestin wê gelê Kurd li qadan be.
KÎEL
Kurdistanî û dostên wan ên Elman li ber stasyona trenê ya navendî ya bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê şermezar kirin. Çalakî piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftinên bi Kurdî û Elmanî destpê kir. Çalakgeran gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî Kurdistan" û "Terorîst Tirkiye" berz kirin.
BRÛKSEL
Li paytexta Belçîka Brûkselê, bi pêşengiya NAV-BEL'ê li ber Sefaretxaneya Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Li wir gerîlayên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin li Zap û Avaşînê hatin silavkirin.
BORDEAÛX
Îro saet di 18:00’an de li qada Grand Theatre ya bajarê Bordeaûx ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin. Çalakiya ku têde belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
LÛTZERATH
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dabûn destpêkirin li Lûtzerathê ji aliyê aktîvîstên enternasyonalîst ve bi mîtîngekê hate protestokirin. Bi hezaran kesên daketin qadan diyar kirin ku ew ê ti carî xiyaneta PDK'ê ya ku destkeftiyên Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike, qebûl nekin.
Di daxuyaniya li mîtîngê hat dayin de hate gotin, "Tirkiyeya ku bi hefteyan e xwe amade kir û ji aliyê dewleta Elman ve hat piştgirîkirin, ji duh ve êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike. Gerîla li dijî dagirkeriyê bi awayekî serkeftî li ber xwe dide û berxwedaniya wê dewam dike. Li dijî êrîşan divê em bi biryar û bi derfetên di destê xwe de li berxwe bidin."
DRESDEN
Çalakiya protestoyî ya bi beşdariya Kurdistanî û enternasyonalîstên li Albertplatz a bajarê Dresden ê Elmanyayê hat lidarxistin, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ûta û Navenda Civaka Kurd a Dresdenê ve hate organîzekirin. Hevserokê Fed-Kurd Kerem Gok ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku heta ku Kurdek tenê bimîne jî ew ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin, û wiha got: “Heta ku êrîş bidomin, Kurdên welatparêz wê li ber xwe bidin.”
Ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya qedexeyê îmze hatin berhevkirin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bijî PKK” hatin berzkirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.
BONN
Li navenda Bonnê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên duh bi şev bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin çalakiyek hate lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan ên tevlî çalakiyê bûn bi berzkirina dirûşmeyên “Dewleta faşîst a Tirk ji Kurdistanê bicehime” û “Bimre xiyanet” bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê PYD'ê Celal Efrîn axaftinek kir û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û diyar kir ku ew ê li ser xeta berxwedana li Rojava û xeta berxwedanê ya gerîla li qadan bin.
Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û bênavber dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê hatin berzkirin.
HALLE
Li bajarê Halle yê Elmanyayê jî êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. Beşdarên çalakiya ku saet 18:00’an li Halle Markplatzê pêk hat, gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
HANOVER
Êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Hannoverê hate protestokirin. Di çalakiya bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê hat lidarxistin de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re hate şermezarkirin. Li ser navê FED-DEM'ê hevserok Latîf Karakaş jî axivî û got, "Kîn û hêrsa gelê Kurd wê her tim li ser dewleta Tirk û xiyanetkarên PDK'ê be. Di heman demê de êrîş li ser Şengalê hat kirin. Em li ku dibin bila bibin, em ê li dijî van êrîşan bisekinin û ji bo gelê xwe emê li ser piyan bin."
Piştî axaftinên li ser navê NAV-DEM Hannoverê, Atîk, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Jinên Rojava Diparêzin (Women Defend Rojava) hatin kirin, çalakî bi berzkirina dirûşmeyên "Bimre îxanet" û " Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.
MANNHEÎM
Kurdistaniyên ku saet di 16:00’an de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hatin cem hev, bertek nîşanî êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dan. Hate diyarkirin ku di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî Berîvan û Meclîsa Herêmê ve hat organîzekirin de, îxaneteke din ya PDK’ê ku bi dewleta Tirk re hevkarî kiriye, li gerîlaya azadiyê hatiye kirin.
Parlamenterê berê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz di mîtîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk tîne. Sariyildiz bi bîr xist ku dewleta Tirk 4 sal berê li Efrînê jî komkujiyên mezin pêk anîn û anî ziman ku tevî ku Erdogan bi salan sûcên şer dike jî, lê cîhan bêdeng e.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bimre îxanet”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî gerîla” bi dawî bû.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi Komara Tirk re, xwestin li Meydana Jûngfernstîeg kom bibin. Tevî hemû astengî û gefên polîsên Elman jî bi sedan Kurdistanî û dostên wan bi hêrs meşiyan.
Di çalakiyê de pankarta "Dagirker û xayîn ji Kurdistanê bicehimin" hat vekirin û ala Kurdistanê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên PKK'ê hatin hilgitin. Her wiha dirûşmeyên "Dijminê Kurd AKP-PDK", "Bimre xiyanet", "Bijî berxwadana gerîla" û “Ciwan fedayiyên Apo ne” hatin berzkirin. Ji bo meşa roja Şemiyê pêk bê bangawazî hate kirin.
MAGDEBÛRG
Li Magdebûrg Haûptbahnhofê/Elmanya êrîşên dewleta Tirk a bi piştgiriya PDK’ê hatin protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Zapê" û "Terorîst Erdogan" hatin berzkirin.