Li Ewropa êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hatin şermezarkirin

Kurdên li welatên Ewropayê dijîn bi çalakiyan êrîşên dagirkirinê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

Kurdên li Fransa, Swêd û Elmanyayê dijîn bi çalakiyan êrîşên dagirkirinê şermezar kirin û berxwedana gerîla silav kirin.

MARSÎLYA

Kurd û dostên wan ên li bajarê Marsîlya yê Fransa derketin kolanan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezarkirin. Kurd û dostên wan li ber Nûnertiya Ewropayê li hev civiyan û dirûşmeyên “Dagirker û xiyanetkar bila ji Kurdistanê derkevin“ berzkirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hildan.

Di çalakiyê de Hevserokê DTM’ê Dogan Çelîk axivî û got: “Tişta ku PDK dike dijminatiye. Weke gelê Kurd em ê bibin dengê gerîlayê qehreman ku di berdêla wî de canê xwe feda kir û li her qadê berxwedanê mezin bikin. Yên winda bikin wê AKP û PDK bin."

Di çalakiyê de banga meşa ku wê roja Şemiyê di saet 13.00’an de bê lidarxistin hat kirin.

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî êrîşên dagirkirinê yên artêşa Tirk hatin şermezarkirin. Kurdan û dostên wan li Qada Rebuliquet daxuyanî dan çapmeniyê û ji vir jî heta qada şaredariyê meş hate lidarxistin.

Li vir axaftin hatin kirin û hate diyarkirin ku şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin û bang li gel hate kirin ku berxwedana gerîla hembêz bike.

BREMEN

Welatek din ê çalakiyên şermezarkirinê Elmanya bû. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Komela Bratî û rêxistinên Kurdistanî li bajarê Bremen ê Elmanyayê hatin cem hev, li hemberî xiyanet û dagirkeriyê bertek nîşan dan.

Hevseroka Komela Biratî Xezal Yalçin diyar kir ku ew ê xiyanetê qebûl nekin û got: "Dewleta Tirk li her derê dijminatiya Kurdan dike. Lê partiyeke ku xwe weke Kurd bi nav dike û bi hevkariya wan êrîşî gelê Kurd dike, em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.“

Parêzer Serhad Bucak jî axivî û wiha got: “Navê vê hevkariyê xiyanet e. Peywîra her Kurdekê ye ku li dijî xiyanetê raweste.“

BERLÎN

Li bajarê Berlînê yê Elmanyayê jî Kurd derketin qadan û êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin.

Çalakiya bi banga Meclîsa Jinê ya Nav-Berlîn û Dest-Danê li qada Alexanderplatz pêk hat. Çalakiya ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin.

Akademîsyen Nîck Braûns axaftinek kir û got: " NATO û PDK piştevaniya van êrîşan dike. Em jî li cem gerîlayên HPG û YJA-Starê ne."

Çalakî bi dirûşme û silavkirina gerîla bi dawî bû.

STOCKHOLM

Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ya li dijî Kurdistanê li navenda Stockholmê ya paytexta Swêdê hate protestokirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê, endamên rêxistin, sazî û dezgehên Kurdan ên li Stockholmê bi al û sembolên xwe di saet 14:00’an li meydana Sergels Torget kom bûn û mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir, daxuyaniya bi zimanê Swêdî hat xwendin û banga hişyariyê li raya giştî ya gelê Kurd hate kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: “Bila her kes bizanibe ku şereke di navbera Kurdan de tu fayda xwe ji bo Kurdan nîne, ev şer şerê xiyanet û neyara ye. Lazime tevayî Kurd îxanet û hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re bibîne û li hember vê kiryarê bêdeng nemîne.”

Li qada çalakiyê gelek pankartên ku dirûşmeyên, ‘Kujerê zarokan Erdogan”, “Destê xwe ji xwîna Kurdan bikşînin” û “Êrîşên Tirkan ya ser Rojava rawestînin” li ser wan hatibûn nivîsandin, hatin vekirin. Di çalakiyê de her wiha bê navber dirûşmeyên, “Kujer Erdogan”, “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Çalakî bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê bidawî bû.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê jî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li ber îstasyona trenê hatin ba hev û pankarta "Nein zur Turkischen invansiyon Sud Kurdistan"  hilgirtin û bi dirûşmeyan êrîşên dagirkirinê şermezar kirin.