Êrîşa dagirkeriyê li Strasbourg û Osloyê hat şermezarkirin

Êrîşa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransayê û li paytexta Norweçê Osloyê bi xwepêşandeke girseyî hat şermezarkirin.

Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê bi bangewaziya TekoJIN TCŞ’ê li dijî erîşa dagirkirinê ya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê  dabû desptêkirin, meş û mîtîngek hatin pêkanîn. Meş li ber Gara Strasbourgê dest pê kir.  Saint Avold, NCKD’a Strasbourgê û Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û Partîzan jî tev li meş û mîtîngê bûn. 

Dema meşê pankartê ‘’Dewleta Tirk kujer e, PDK jî şirîkê wê ye’’ hat vekirin. Heta meş berdewam bû diruşmên ‘’Li Kurdistanê tevkujî heye’’, ‘’Bimire îxanet’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin. Meş li Place Keleberê qediya îcar mîtîngê dest pê kir. Ji bo xatirê şehidên şoreşa Kurdistanê deqîqeyekê rêz hat girtin. Di axavtinan de dîroka bi komkujiyan tijî ya dewleta Tirk hat destnîşankirin. 

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Dewleta Tirk û xayîn êrîşan dibin bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Iraq jî êrîşan dibe bi ser hêzên YBŞ’ê yên li Êzîdxan. Axêveran diyar kir ku ew ê li dijê êrîşan xwe ker nekin. Di axaftinan de dan xuyakirin ku ji zû de ye dewleta Tirk bi xayînên hevpar re plansaziya vê êrîşa dagirkirinê dike. Dewleta Tirk dixwaze dest deyne ser hemû destkeftiyên Kurdan. Kurd û dostên xwe helbet wê van êrîş û xeta îxanetê têk bibin.’’  

DAGIRKIRIN Û XAYINTÎ LI OSLOYÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN 

Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî başûrê Kurdistanê, li Osloya paytexta Norweçê bi beşdarbûna xwepêşandanê ya girseyeke bi qelebalixî hat şermezarkirin. Xwenîşandana ji bo şermezarkirinê li qada Trafikantenê ya Osloyê hat pêkanîn. 

Bi bangewaziya NCDK Osloyê û bi tevlêbûyîna gelek rêxistinên Kurdistanî û Norwecî, nûnêrên sazgeh û destgehan xwenîşandana protestoyî pêk hat. Nûnêrê NCD Osloyê Endam Aso bi tundî bêdengiya rayedarên NATO, NY û Norweçê rexne kir û wiha axivî: ‘’ Êrîşên dewleta Tirk ne kêmî kirinên Rûsyayê yên li Ûkraynayê ne, medyaya Ewropayê xwe ker dike.’’ 

Nûnerê CDK-E’yê Başûr Omer Amîn jî bal bir bi ser îxanetê PDK’ê de û wiha axivî: ‘’Têkçûyîna dewleta Tirk bi vê êrîşê aşkere ye û ev êrîşa bi piştgiriya PDK’ê li dijî gêrîlayên azadiya Kurdistanê pêk dihê şerê xayintî û neyartiyê ye. Gelê Kurd, bi taybetî jî gele Başûr divê êdî hevkariya PDK û malbata Barzaniyan a bi dewleta Tirk re bibine û li dijî wê xwe ker neke.’’ 

Aktîvîsta jin Lida Weerts jî bal bir bi ser wê yekê de ku ev şer bi çekên taybet ên NATO’yê tê kirin û wiha got: “Êdî PDK jî bi aşkerehî piştgiriyê dide, rê dide, em vê qebûl nakin. Di xwenîşandanê de gelek pankartên ‘’Destên xwe ji xwîna Kurdan bikêşin’’, ‘’Qetilama Dewleta Tirk a li Kurdistanê rawestînin’’ hatin hilgirtin. Xwenîşandan ji carekê du caran bi berz kirina diruşmên ‘’Erdoganê Qatil’’, ‘’Bimirê îxanet’’, ‘’Bijî berxwedana gerîlayan’’ û ‘’Azadî ji bo Kurdistanê’’ qediya.