Ewropa li hemberî xiyanet û dagirkeriyê li ser piyan e
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ku li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Dewleta dagirker a Tirk bi hevkariya PDK'ê li Avaşîn, Metîna û Zapê dest bi êrîşên dagikirinê kir. Êrîşên dagirkeriyê di serî de li Awûstûrya, Danîmarka, Fransa, Elmanya, Yewnanistanê û gelek welatên Ewropayê ji hêla Kurdistanî û dostên wê ve hat şermezarkirin. Bi hezaran kesên daketin qadan diyar kirin ku ew ê bi tu awayî xiyaneta PDK'ê ku destkeftiyên Kurdan pêşkêşî dewleta Tirk kiriye qebûl nekin.
VIYANA
Li paytext Viyana ya Awûstêryayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hat şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê heta ber Karlsplatz Operayê meşiyan û li wir mîtîng li dar xistin. Di axaftinên hatin kirin de xiyaneta PDK'ê û êrîşên dagirkeriyê bi tindî şermezar kirin. Her wiha bang li PDK kirin ku demildest dest ji vê xiyanetê berde.
KOPENHAG
Êrîşên dagirkeriyê li paytext Kopenhagê ya Danîmarkayê jî bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. Di meşê de bênavber dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Dawî li dagirkirina Kurdistanê bînin" berz kirin. Di çalakiyê de bêdengiya Yekitiya Ewropayê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê hate şermezarkirin. Di meşê de berxwedana gerîla hat silavkirin û peyama ku wê tu carî xiyaneta PDK'ê qebûl nekin da raya giştî.
MONTPELLIER
Li bajarê Montpellîerê ya Fransayê jî çalakî hate lidarxistin. Kurdistaniyên li qada Comedîe ya Montpellîerê hatin gel hev çalakî li dar xistin. Kurdistaniyê bi navê Cevat Guneş li ser navê girseyê axivî. Guneş diyar kir ku wê Dewleta Tirk û PDK dê tu carî bi ser nekevin û got ku PDK dijminatiya Kurdan dike û ev tişt anî ziman: "Ji bo xiyanet û êrîşên dagirkeriyê vala bên derxistin çi ji destên me bê em ê bikin. Ji bo vê jî em ê hertim li qadan bin."
LAVRIO
Li wargeha Lavrioyê ya Yewnanistanê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çandê ya Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk ên li Zap, Avaşîn û Metînayê daye destpêkirin û xiyaneta PDK'ê bi meşekê hate şermezarkirin. Bi sedan kesên ku li wargehê hatin gel hev bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê û pankarta "Bimre xiyanet" heta qada Lavrioyê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin û welatiyên derdorê bi lêdana çepikan piştgirî dan çalakgeran.
Di axaftinên hatin kirin de êrîşên dagirkeriyê bi tundî hatin şermezarkirin. Peyama ku ev êrîş û xiyanet dê bi berxwexaneke topyekun vala were derxistin dan. Her wiha li dijî xiyaneta PDK'ê û êrîşên dagirkeriyê banga dakevin kolanan li her kesî hate kirin,
FRANKFURT
Kurdistaniyên li Frankfurtê ya Elmanyayê dijîn beşdarî çalakiya aştiyê ya Paskalyayê bên û li wir êrîşên dagirketiyê ya dewketa Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin. Çalakiya ku rêxistinên çepgir û sendiqa jî tevlêbûn de bang li hikûmeta Elmanyayê kitin ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
DORTMUND
Li bajarê Dortmundê ya Elmanyayê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakiya ku li ber Îstasyona Navendê ya Bajêr pêk hat de dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK' hat şermezarkirin. Her wiha berxwexa gerîla jî bi dilgermî hate silavkirin.
DARMSTADT
Kurdistaniyên li bajarê Darmstadtê dijîn êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin. Bi pêşengiya DTKM'ê ya Darmstadtê li qada Luîsen Platzê mîtîng hate lidarxistin. Di mîtîngê de hevkariya PDK'ê û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.
KASSEL
Li bajarê Kasselê ya Elmanyayê li ser bangewaziya DKTM'ê gelek Kurdustanî û aktîvîstên enternasyonal li qada Konîgsplatzê hatin gel hev. Di çalakiyê de êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê hatin şermezarkirin. Di axaftinên hatin kirin de bêdengiya welatan hate şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wê sibê seat di 18.00'an de dîsa li qada Konîgsplatzê bên gel hev û êrîşên dagirkeriyê şermezar bikin.
DUSSELDORF
Li Dusseldirfê bi pêşengiya YJK-E'yê ya Dusseldorf û FED-MED'ê ya Dusseldorfê çalakiya şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê hate lidarxistin. Çalakiya ku bi beşdariya sedan Kurdistaniyan li ber Hauptbahnhofê pêk hat de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimre xiyanet" hatin berzkirin. Di axaftinên hatin kirin de xiyanet û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin û berxwedana gerîla hate silavkirin.