Kurdistanî li Lîmasolê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Kurdistanî li bajarê Lîmasolê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk gotin, "Roj roja serhildan û parastina rûmetê ye."
Kurdistanî li bajarê Lîmasolê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk gotin, "Roj roja serhildan û parastina rûmetê ye."
Bi bangewaziya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, Kurdistaniyên li Navenda Çandê ya Teofîlîsê hatin bal hev, meşiyan ber bi Parka Molozê ve û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û PDK’ê şermezar kirin.
Gava meşê diruşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gêrîlayan’’, ‘’Bimire xayintî’’, ‘’Bijî HPG’’, KT’ya Faşîst’’ û ‘’Erdoganê Dîktator’’ hatin berzkirin. Çerxa Şoreşê hat gotin û belavok hatin belavkirin.
‘DAGIRKER Û XAYIN WÊ TÊK BIÇIN’
Lezgîn Serhatê siyasetvan, silav li berxwedana gerîlayan kir û wiha axivî: "Xeta xayinan a ji bo berjewandiya xwe ya malbatî û şexsî û madî pêşkêşiyê ji dijminan re dike wê tu car serfiraz nebe. Hişmendiya ku heta îro xayintiya xwe bi dizî dikir, îro li ber çavên dinyayê tevî bi dijminê me re tifaqê dike. Em ji berê de bi vê hişmendî û xeta îxanetê pir baş dizanin. Îro hişmendiya li dijê Kurdên bi rûmet ên Rojavayê bû navgîna lîstikên qirêj, Şengal ji DAIŞ’iyan re berda, bi nemerdî birayên xwe yên gerîla kuştin, li dijî zarokên qehreman ên gelê Kurd bi eşkereyî şer dike."