Bang li Kurdên li Fransayê hate kirin ku dakevin qadan

Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) ji bo çalakiyên ku wê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniya hevpar a CDK-F û TJK-F de hate gotin, "PDK a ku veguheriye piştevanê dewleta Tirk a faşîst mêtinger, şênberiya xiyanetê ye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo pêşî li vê xiyanetê bê girtin, bê rawestandin û bêbandorkirin, divê Kurd yekîtiya xwe misoger bikin û xiyanetê li qadan teşhîr bikin. Lewma jî em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên li Fransayê dikin ku tevlî çalakiyan bibin."

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Parîs û derdora wê: Saet: 18:00 li qada Repûblîqûe

Marsîlya: Saet 13:00 li pêşiya Buroya Parlamenta Ewropayê

Rennes: Saet 15.00 li Qada Republique

Strasbourg: Saet 14.00, li gar a trenê ya Strasbourgê

Montpellier: Saet 16.00, li Qada Comedie

Bordeaux: Saet 17.00, li  Grand-Teatre."