Ciwanên Kurd li Londonê li ber Nûnertiya PDK'ê çalakî kirin

Li paytexta Îngilistan Londonê, ciwanan li dijî dagirkeriyê li pêşiya Nûnertiya PDK'ê çalakî lidar xistin. Çalakî dewam dike.

Ciwanên Kurd êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re, li Londonê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Ciwanên ku li pêşiya Nûnertiya PDK'ê li hev civiyan, ji bo Mesrûr Barzanî derkeve derve li pêşiya avahiyê çalakiyê dewam dikin.

Di çalakiyê de ku bi giranî ciwanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî bûne, bi dirûşman hatina Barzanî tê şermezarkirin.

Li gel destwerdana polîsan jî çalakiya ciwanan dewam dike.