Li Lozanê çalakiya standê di meha 6’an de ye
Çalakiya standa li Lozanê di meha xwe ya 6’an de bi biryardarî didome. Îro li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ xebateke agahdarkirinê hat rêvebirin.
Çalakiya standa li Lozanê di meha xwe ya 6’an de bi biryardarî didome. Îro li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ xebateke agahdarkirinê hat rêvebirin.
Standa azadiyê ya ku ji 25’ê Mijdara 2021’an ve li bajarê Lozan a Swîsreyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê danîn, ket meha xwe ya 6’an.
Di çarçoveya kampanya "Werin Cenga Azadiyê" de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajînê her Çarşemê li standa ku di çarçoveya kampanyaya ji bo derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ hatiye destpêkirin de îmze tên komkirin.
Di tevahiya çalakiyê de belavok hatin belavkirin û derbarê çima divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin de Swîsreyî hatin agahdarkirin.