Li Lîegeyê li dijî êrîşên dagirkirinê û xiyanetê mîtîng hate lidarxistin

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Bi rojane li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan derdikevin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê pêk tên şermezar dikin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li îstasyona trenê ya bajarê Lîege hatin gel hev, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê mîtîngek li dar xistin.

Kurdistanî û dostên wan ên di saet 15.00’an de hatin ba hev, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hildan û bertekên we yên li dijî êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê nîşan dan.