Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşemê li derdora konê berxwedanê yê ku li ber NY’ê vekirin çalakiya rûniştinê lidar dixin. Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Ramazan Baytar axivî. Baytar bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da.
Baytar got, "Êrişên di serî de Neteweyên Yekbûyî, yên DYE û dewletên Ewropayê ku vê dagirkeriyê û qetlîamê pêşbînî dikin, ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Israra van dewletan a ji bo xistina PKK'ê di lîsteya terorê de, di esasê de zemînê ji êrişeke topyekun a li hember gelê Kurd ava dike. Li dijî bêdengiya wan dewletane ya li hemberî dewleta Tirk a ku 40 salin êrişkirina bi her cure sûcên şer li dijî gelê Kurd û xaka Kurd ji xwe re weke maf dibîne, li her qada ku em lêne em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Baytar axaftina xwe wiha domand, "Çawa ku di sala 2021'an de êrîşên hêzên dagirker û xayîn li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla hatin şikandin, wê bi heman biryardariya têkoşînê hêzên dagirker û xayîn dîsa mehkûmî têkçûnê bin."
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Mervan Ada axivî û banga tevlîbûna çalakiya 23’ê Nîsanê roja Şemiyê ya li Baselê kir.
Cih û saeta çalakiya ku wê dawiya hefteyê li Baselê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bê lidarxistin, wiha ye:
Şemî, 23’ê Nîsanê
Saet: 13.00
Cih: Parka Dîe Wette (li hemberî Bahnhof - SBB)