Li bajarên Ewropayê bi pêşengiya ciwanan çalakî hatin lidarxistin - HATE NÛKIRIN - I
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya û Fransa daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya û Fransa daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Elmanya û Fransa daketin kolanan û êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK’ê şermezar kirin.
AACHEN
Kurdistanî û ciwanên Elman ên li derdora Zanîngeha Aachen a bajarê Aachen a Elmanyayê li hev civiyan û li hemberî êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK‘ê meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Meşa ji zanîngehê dest pê kir heta navenda bajêr dom kir. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla“, “Li hemberî faşîzmê mil bi mil“ û “Ji Abdullah Ocalan û Kurdistanê re azadî“ berzkirin.
EVRY
Di çarçoveya pêngava "Werin Cenga Azadiyê" de li banliyoya Evry a paytext Parîsê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Kurdistaniyên bi pêşengiya TCŞ’ê de li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry hatin cem hev, bi pankartên ‘Bimre xiyanet’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bijî berxwedana Zapê’ heta îstasyona trenê ya nevendî meşiyan.
Di çalakiyê de xiyaneta PDK'ê hate şermezarkirin, banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
VILLIERS LE BEL
Li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê jî ciwan daketin qadan û êrîşên dagirkirinê û xiyaneta PDK’ê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin. Piştî meşê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Ciwanên ku li vir daxuyanî dan, bi bîr xistin ku li hemberî gerîlayên di şerê rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de berpirsyariya ciwanên Kurd heye û bang li hemû ciwanên Kurd kirin ku dakevin qadan.
MARÎGNANE
Li Marîgnaneya Fransayê komek ciwan li hundirê Balafirgeha Marîgnane çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Ciwanên ku bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê li hundirê balafirgehê vekirin û meşiyan. Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê kir ku li hemberî dagikirinê û xiyanetê derkevin qadan.
Bi domdarî Ciwanan ev tişt got: “Çawan ku li hemberî berxwedana gerîla, tim êrîşên hêzên dagirker û xayîn hatine pûçkirin, hêzên dagirker û xayîn jî wê bi heman biryardariya têkoşînê mehkûmî têkbirinê bin. Ciwanên Kurd berdêla wê çi dibe bila bibe wê parastina Kurdistanê bikin û çalakiyên xwe bidomînin.”
KOLN
Navendek din a çalakiyên Kurdistaniyan bajarê Kolnê yê Elmanya bû. Endamên TCŞ’ê ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji raya giştî re bê ragihandin, dosyayek pêşkêşî rayedarên televîzyona WDR a Elman a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê kirin.
Ciwan bi pankartên li hemberî dagikirinê ketin hundirê avahiyê. Ciwanan bi rayedarên televîzyonê re hevdîtin pêk anîn. Piştre li ber avahiya televîziyona WDR’ê daxuyanî dan û gerîlayên azadiyê silav kirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ATÎF Hannoverê li ser xeta tramvayê ya ku piranî koçberên jî Tirkiyeyê lê ne, komkujî û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Kurd û xiyanet PDK’ê protesto kirin. Di çalakiyê de girseyê timî dirûşmeyên "Bila hemû dagirker ji Kurdistanê derkevin " û "Bijî berxwedana gelê Kurd" berz kirin.
STUTTGART
Endamên TCŞ û TekoJIN’ê li qada Plaza del Castillo (Schlossplatz) ya bajarê Stuttgar yê Elmanyayê hatin ba hev û bi çalakiyekê êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk ya bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin. Ciwanan di çalakiyê de pankartên “Ji êrîşên dewleta Tirk re na!“ û "Bimre xiyanet" hildan.
Ciwanan daxuyanî da çapemeniyê û berxwedana gerîlayên azadiyê silavkirin.
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyan bi dawî bû.