Kurdistaniyên li Toronto û Marsîlyayê di çalakiyê de bûn

Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Kurd a Demokratîk a Torontoyê hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê protesto kirin; Li Marsîlyayê jî ciwanan li dijî dagirkeriyê dosyayek pêşkêşî rojnameya La Provence kirin.

Kurdistaniyên ku li ser banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Toronto yê Kanadayê hatin cem hev, li ber Sefaretxaneya Tirk a Torontoyê çalakiyeke protestoyî lidarxistin.

Di çalakiyê de girseyê bê navber dirûşmeyên "Ji Ocalan re Azadî", "Bijî berxwedana gerîla", "Rojava ne bi tenê ye", "Ji Kurdistanê re azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "PKK gel e, gel li vir e", “Rejîma Tirk Kurdan qetil dike”, “Faşîst Erdogan” û “Tirkiye ji Kurdistanê bicehime” berzkirin û bal kişandin ser wê yekê ku dewleta Tirk a faşîst qirkirina Kurdan didomîne.

Di daxuyaniya ku bi zimanên Îngîlîzî û Tirkî hat xwendin de hat gotin, "Rûyê êrîşkar û dagirkeriya Erdogan dîsa li Kurdistanê tê dîtin. Siyaseta înkar û şer a li dijî gelê Kurd prensîba bingehîn a dewleta Tirk û Erdogan e. Em van êrîşan şermezar dikin û  daxwaz dikin ku Tirkiye demildest leşkerên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişîne."

DOSYA DAN ROJNAMEYA LA PROVENCE

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ên li bajarê Marsîlya ê Fransayê çûn ber avahiya rojnameya La Provence û dosyayek ku tê de daxwaza ragihandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hebû pêşkêşî rayedarên rojnameyê kirin.

Ciwan bi pankartên  di destên xwe de yên li ser hatibûn nivîsandin "Dawî li dagirkeriyê bînin" ketin avahiya La Provence û bi rayedaran re hevdîtin kirin.