Li Dusseldorfê dagirkerî hate şermezarkirin
Komek ji Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî ya Dusseldorfê li hev civiyan û êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Komek ji Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî ya Dusseldorfê li hev civiyan û êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.
Bi banga KCDK-E û TJK-E'yê komek ji Kurdistanî daketin qadan û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin. Ji bo mîtînga îro saet 17:00 a li ber Haûptbahnhof a Dusseldorfê jî banga tevlîbûnê hate kirin.