Kurdên li Fînlandiyayê li ber dagirkeriyê rabûn
Kurdên li Fînlandiyayê tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin.
Kurdên li Fînlandiyayê tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re şermezar kirin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê doh êvarê çalakiyek hate lidarxistin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li qada Kamppî li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de ku bi zimanên Îngilîzî, Fînî û Kurdî hatin dayin, hate ragihandin ku PDK bi hêzên xwe yên çekdar yekser tevlî vê êrişa dagirkeriyê bûye.
Li ser mijarê belavok hatin belavkirin û êriş hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşm li dijî dagirkeriyê hatin qîrîn.