Kurdistaniyên li Swîsreyê êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Kurdistanî û dostên wan li bajarên Swîsreyê bi çalakiyê xwe li hemberî êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwedî li têkoşîna gerîla derketin.

Kurdistaniyên ku li gelek navendên Swîsreyê hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

BERN

Kurdistanî û nûnerên rêxistinên enternasyonalîst ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber Banhofê ya Bernê kom bûn. Girseyê pankartên şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk vekirin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, axaftinan dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Çanda Kurd a Bernê Mûnîr Ay ku di çalakiyê de axaftina yekemîn kir, anî ziman ku dewleta Tirk û xiyanetkaran êrîşî Herêmên Parastina Medya û Iraqê jî li dijî hêzên YBŞ'ê yên li Êzidxana êriş kirin. Ay ragihand ku divê Kurdên li dîasporayê li hemberî van êrîşên dagirkeriyê her tim di nava tevgerê de bin û got dagirker wê li hemberî gerîla winda bikin.

Siyasetmedarê Kurd Necdet Atalay ku piştre mafê axaftinê girt diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê gelek armancên xwe hene. Atalay da zanîn ku dewleta Tirk demeke dirêj e bi hevkarên xwe re amadekariya vê êrîşê dike û got, “Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna gelê Kurd a ku bi rengekî serketî didome, bê nefes bihêle.” Atalay her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk bi xiyanetkaran re êrîş kiriye û çekên qedexekirî yên kîmyewî jî bikar anîne û got, “Tevî van hemû êrîşan jî dewleta Tirk serkeftinek bi dest nexist. Niha li hemberî têkoşîna gelê Kurd hê ji destpêka êrîşan de qels dibe. Ji bo qelsiya xwe veşêre êrîş dike. Lê belê Kurd wê van êrîşan û xeta îxanetê pûç bike.”

Piştî axaftina Atalay, belavoka ku bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

ZURÎH

Kurdistanî û dostên wan ên ku saet di 14:30’an de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan, bi çalakiya ku lidarxistinî, li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwedî li têkoşîna gerîla derketin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Zurîhê Seyda Tofûr di çalakiya ku rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsre û pêkhateyên Hêzên Tekoşîn ên Yekbûyî  piştgirî danê de axivî û got, "Li hemberî yên di nava xayîntî û hevkariyê de ne û êrîşên îmhayê yên dewleta Tirk ên li dijî zarokên gelê Kurd, em ê teşhîrkirina konsepta vê êrîşê bidomînin."

Piştî axaftina Tofûr ku got, ew ê têkoşîna xwe ya li qadan li dijî dagirkeriya Kurdistanê û konsepta qetlîamê ya li ser gelê Kurd bidomînin, metna çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hate xwendin.

Piştî axaftinê gel dest bi çalakiya rûniştinê kir û ji bo demeke dirêj bi berzkirina dirûşmeyên banga bilindkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê, dawî li çalakiya xwe anîn.

BASEL

Navnîşana çalakiyê ya Kurdistanî û dostên wan ên li Baselê dijîn Claraplatz bû.

Çalakiya ku Hêzên Tekoşîna Yekbûyî piştgirî dan wê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Li vir Hevseroka CDK'ê ya Baselê Nejla Dêrsim axaftinek kir û diyar kir ku bi êrîşên dagirkerî û qetlîamê re komkujiyeke topyekûn hatiye hedefkirin. Dêrsim her wiha da zanîn ku ew ê weke Kurdistanî û dostên wan li qadan bin û got, "Em ê bi xwedîderketina berxwedana gerîla vê konsepta êrîşê pûç bikin."

LOZAN

Kurdistanî li bajarê Lozanê jî di çalakiyê de bûn. Di çalakiya li meydana Rûe St Laûrent de hêrsa Kurdan serwer bû. Gelê Kurdistanê ku gelek caran dirûşmeyên şermezarkirina konsepta dagirkerî û qetlîamê ya dewleta Tirk berz kirin, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Çalakiya ku têde berlavokên bi zimanê Fransî û Kurdî hatin xwendin, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

CENEVRE

Li bajarê Cenevreyê Kurdistaniyên ku li ber postexaneya Mon-Blancê çalakiyek li dar xistin, hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên qetlîamker ên dewleta Tirk anîn ziman. Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Fransî hate xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

LÛZERN

Di çalakiya li ber stasyona navendî ya bajarê Lûzernê de, êrîşên qirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Kurdistaniyên ku li bajarên St Gallen, Solothûrn û Bellînzona jî daketin qadan, bi çalakiya xwe êrişên dagirkerî û qirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Li gelek navendên Swîsreyê Kurdistanî wê sibê dakevin qadan.