EWROPA
Hemû Nûçe
-
Tevgerên Ciwanan ji bo çalakiyan bang kirin
TCŞ û TêkoJIN li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di serî de ciwanên Kurd bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku dakevin qadan. Rêxistinan gotin, "Ne sibe yan jî piştî saetekê, niha!" -
Ciwan bi ruhê seferberiyê li Marîgnaneyê daketin qadan
Ciwanên ji TCŞ'ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li Marîgnaneyê daketin qadan û meşek lidar xistin. -
KON-MED: Li dijî dagirkerî û xiyanetê bi ruhê seferberiyê dakevin qadan!
KON-MED'ê ragihand, ku dewleta Tirk bi êrişên hewayî û bejahî careke din hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, sûcê şer kiriye û bang li Kurdên li Elmanyayê û dostên wan kir ku beşdarî çalakiyên îro bibin. -
Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan. -
KCDK-E’yê li hemberî dagirkirinê banga çalakiyan kir
KCDK-E‘yê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê banga çalakiyan kir. -
Ciwanên Kurd li hemberî xiyanetê meşiyan
Ciwanên Kurd li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê li hev ciyan û zextên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyan û xiyaneta PDK’ê bi meşekê şermezar kirin. -
Li Kopenhagê ji bo Ghadam Haquanîzade çalakî
Ghadam Haquanîzade ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku tê xwestin ji Kopenhagê were dersînorkirin çalakî hate lidarxistin. -
Îlham Ehmed: Rojavayiyên li Ewropayê dijîn divê ji bo Efrînê dozê vekin
Endama Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di civîna gel de axivî û bang li Efrînî, Serêkaniyêyî û Girê Spiyî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin. -
Li Lîmasol û Larnacayê di rojekê de 2 hezar û 852 îmze hatin komkirin
Li Lîmasol û Larnaca ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ di rojekê de 2 hezar û 852 îmze hatin komkirin. -
Li St. Gellanê gerîlayên xwişk û bira hatin bîranîn
Gerîlayên HPG’ê Diyana Evîndar (Gulçîn Demîragaç) a di sala 2017’an de li Zapê û Çekdar Zîlan (Ridvan Demîragaç) ê li Tetwanê şehîd bûyîn, li St. Gallenê hatin bîranîn. -
Li dijî 'qedexeya li ser PKK'ê' li Stockholmê îmze hatin berhevkirin
Ciwanên Kurd li kolanên Stockholmê li dijî 'qedexeya li ser PKK'ê' îmze hatin berhevkirin. -
Ciwanan li Marîgnaneyê dewleta Tirk û PDK protesto kirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marîgnane yê li başûrê Fransayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê protesto kirin. -
Dewleta Tirk li Romayê hate şermezarkirin
Li paytexta Îtalya Romayê, êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re hate şermezarkirin. -
Li Heîlbronnê şehîd hatin bîranîn
Li Heîlbronnê bi boneya Remezanê ji bo bîranîna şehîdan şîva mewlûdê hat dayîn. -
Li Rennesê li hemberî faşîzmê meş
Li Rennesê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (LDH) li dijî polîtîkayên faşîzmê meşek hate lidarxistin. -
Li Frankfûrtê dagirkerî û xiyaneta PDK’ê hate şermezarkirin
Li bajarê Frankfûrtê, êrîşên dewleta Tirk ên bi piştgiriya PDK'ê bi meşekê hate şermezarkirin. -
Li Lorîentê li dijî faşîzim û nîjadperestiyê çalakî
Li bajarê Lorîent ê Fransayê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (LDH) li dijî faşîzm û nîjadperestiyê çalakiyek hate lidarxistin. -
‘Em ê rê nedin xiyanet û dagirkirinê‘
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ku wê rê li ber êrîşeke topyekûn a li Kurdistanê veke, meşek hat lidarxistin. -
Li Berlînê li dijî şer meşa girseyî hat lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê li dijî polîtîkayên şer meşek hat lidarxistin. -
Heyeta HDP’ê serdana xwe ya li Atînayê qedand
Heyeta HDP’ê li Atînayê hin hevdîtin kir û tevlî kongreya SYRIZA’yê bû. -
'Rojeva me ya esasî rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye'
Nûnerên saziyên Kurdan ên li Elmanyayê ragihandin ku di kampanya îmzeyan de ya ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya 'terorê' ew hînê negihîştine armanca xwe û gotin, rakirina qedexeya li ser PKK'ê wê rojeva wan a bingehîn be. -
Li Parîsê ciwan li hemberî xiyanetê meşiyan
Ciwanên Kurd li Parîsê daketin kolanan û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin. -
Li Stockholm û Frankfûrtê li dijî qedexeya li ser PKK'ê seferberî
Ciwanên Kurd li Stockholm û Frankfûrtê li dijî qedexeya li ser PKK’ê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa îmzeyan danîn û îmze komkirin. -
NEU’yê ji bo Abdullah Ocalan azadî xwest
Sendîkaya Perwerdehiya Nateweyî ya Îngilîstanê di kongreya xwe de piştgiriya ji bo kampanya “Ji Abdullah Ocalan re Azadî“ ragihand û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Lîegeyê li dijî qedexeya PKK’ê standa îmzeyan hate danîn
Li bajarê Lîege yê Belçîkayê li dijî qedexeya PKK'ê standa îmzeyan hat danîn. Çalakgerên ku bi sedan îmze kom kirin, diyar kirin ku ew ê her hefteyê li qadan bin û banga piştgiriyê li kampanyayê kirin.