Îlham Ehmed: Rojavayiyên li Ewropayê dijîn divê ji bo Efrînê dozê vekin
Endama Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di civîna gel de axivî û bang li Efrînî, Serêkaniyêyî û Girê Spiyî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin.
Endama Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di civîna gel de axivî û bang li Efrînî, Serêkaniyêyî û Girê Spiyî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin.
Endama komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed ji bo hin hevdîtinan bike hate Berlîn û li vir civînên gel pêk anî. Ehmed di civîna ku bi pêşengiya Komeleya Rojava ya Berlînê ya li salona Rosa-Luksemburgê pêk hat de axivî. Ehmed li ser civîna muxalefeta Sûriyeyê ya ku li Stockholmê pêk hat, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser rojavayê Kurdistanê û têkiliya navbera gelê Kurd de sekinî.
Ehmed got ku şerê Ukraynayê dê bandorê li ser pergala navneteweyî bike û diyar kir ku piştî şerê Ukraynayê, şerê Sûriyeyê ji rojevê ket û niha tu kes wê nîqaş nake. Ehmed li ser rewşa Sûriyeyê û êrîşên Tirkiyeyê rawestiya û ev tişt anî ziman: "Sûriye niha bûye 3 parçe. Li aliyekê hêzên rejîma Sûriyeyê, li aliyekî herêmên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin û aliyê sêyemîn jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Tirkiye li Rojava hin herêm diyar kiriye û êrîşî wir dike. Rola Tirkiyeyê ew e ku li herêmê nakokiyan derxe. Tirkiye tenê Kurdan qetil nake. Ereb, Suryan û gelên din jî qetil dike. Tirkiye êrîşî projeya demokratîk dike."
Ehmed li ser têkiliyên Başûr de jî axivî û got ku berê bi Rêveberiya Başûr re hevdîtin pêk dihat, bi taybetî piştî çûn û hatina wan a li Tirkiyeyê ev hevdîtin qut bûne.
Ehmed di dawiya civîne de bang li Efrînî, Serêkaniyêyî û Girê Spiyî yên li Ewropoyê dijîn kir ku ji bo Efrînê doz vekin û xwest ku li dijî dagirkirina Efrînê serî li dadgehên navneteweyî were dayîn.