EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dike
Li welatên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê berdewam dike. -
Li Grazê Newroz hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li bajarê Graz a Awûstûryayê dijîn Newroz bi coş pîroz kirin. -
Li Îskoçyayê pîrozbahiya Newrozê
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Îskoçyayê, li Edînbûrghê bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Larnacayê îmze hatin komkirin
Li Larnacayê ji bo PKK ji lîsteya rêxistina terorê bê derxistin standa îmzeyan hat vekirin. -
Li Osloyê pîrozbahiya Newrozê
Cejna berxwedan û vejînê ya Newrozê li paytexta Norwêc Osloyê bi coş hat pîrozkirin. -
Ciwan wê ji bo azadiya Ocalan bimeşin
Tevgera ciwanên Kurd TCŞ û TEKO-JIN bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê 2’yê Nîsanê li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê meşekê lidar bixin. -
Newroz li Erfurt û Donostî hate pîrozkirin
Li bajarê Erfûrtê yê Elmanyayê û bajarê Donostî yê herêma Baskê ya Spanyayê, Newroz hate pîrozkirin. -
Newroz li Viyanayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. -
Newroz li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin
Newroz li Hambûrgê bi coş hate pîrozkirin. Kurdistaniyan di Newrozê de destnîşankirin ku wê "jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nekin." -
Li Parîs û Mannheîmê standa îmzeyan li dijî qedexeyê hat danîn
Çalakvanên TCŞ’ê li Vîllîers Le Bel a Parîs hatin ba hev, di standa ku li dijî qedexeyê danî de û ji her dera ku karîn xwe bigihîninê îmze kom kirin. Li Mannheîmê jî bi heman armancê stand hat danîn. -
Çalakvana Fedayî Zehra Saglam li Parîsê hate bîranîn
Zehra Saglam a ku sala 2019’an ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedayî kiribû, li banliyoya Vîlleneûve ya Parîsê bi tevlêbûna malbata wê hate bîranîn. -
Kampanyaya îmzeyan li Frankfûrtê didome
Li Frankfûrtê rojên Şemiyê standên îmzeyan bê navber didomin û dibin navenda eleqeyê. -
‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Zûrîhê rastî eleqeyek mezin tê
Pirtûkxaneya gerok ku îro li Zûrîhê dest bi xebatê xwe kir rastî eleqeyek mezin a Swîsreyiyan hat. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer diyar kir ku heya 4’ê Nîsanê tevî xebatên pirtûkxaneya gerok wê panel, semînar û konferansan lidar bixin. -
Li Dûîsbûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dûîsbûrgê îmze hatin berhevkirin. -
Ûgûr Şakar li Neûssê hate bîranîn
Ûgûr Şakar ê ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzasyonê ya dewleta Elmanyayê di sala 2019’an de xwe şewitandibû li bajarê Neûssê yê Elmanyayê hate bîranîn. -
Li Zanîngeha Lugano Konferansa Şaristaniya Kapîtalîst
Li Zanîngeha Lugano bi tevlêbûna zanyarên Swîsrî û Italî Konferansa Şaristaniya Kapîtalîst hate lidarxistin. -
Ji Cenevreya ku bangî Kurdan nekiribûn, dîsa encamek derneket
Civînên Komîteya Makeqanûna Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî tê kirin û bangî Kurdan nehatiye kirin, dîsa bi ser neket. -
Li Parîsê ciwanan tecrîd şermezar kirin
TCŞ'ê bi çarçoweya pêngava Werin Cenga Azadiyê li banliyoyên Evry û Drancyê tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
Dadgehê biryara xwe ya skandal a der barê penaber de betal kir
Esra Y. ya ku weke alîkara bijîşk çû Kobanê û di dema birîndar tedawî dikir bi giranî birîndar û li Tirkiyeyê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, mafê penaberiyê li Elmanya hatibû redkirin. Dadgeha Elmanya biryara xwe ya skandal betal kir. -
Nûnera YPJ’ê Nesrîn Ebdullah bi rayedarên hikûmeta Swêdê re hevdîtin pêk anî
Nûnera YPG’ê Nesrîn Ebdullah piştî hevdîtinên li Fransa îro bi parlamenter, wezîrên parastin û derve yên Swêdê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîqaşkirin. -
Kongreya Rêveberiya Xwecih a Ewropayê pergala qeyûm rexne kir
Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê (KRXHE) dema ku pêşnûmeya biryarê ya têkilî Tirkiyê da dengdanê rexneya tund anî ser pergala qeyûm. -
Li Saratovê Newroz hate pîrozkirin
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi coş Newroz pîroz kirin. -
Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Marsîlyayê îmze hatin komkirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî qedexeya li ser PKK'ê îmze kom kirin. -
Li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li avahiya şaredariyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin. -
Endamên PE’yê serdana Nûnertiya HDP’ê ya Ewropayê kirin
Endamên Parlementoya Ewropayê (PE) bi armanca şopandina pêvajoyên hiqûqî ya wekîlên girtî yên HDP’yî ku ji aliyê dewleta Tirk we dîl hatine girtin û ji bo agahdarkirina parlementoyê çûn serdana Nûnertiya HDP’ê ya Ewropa ya li Brukselê.