Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê ji bo PKK ji lîsteya qedexeyan bê derxistin standên îmzeyan hatin danîn.
VÎLLÎERS LE BEL
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku danê nîvro li Vîllîers Le Bel hatin cem hev, li qada ku destûr hate girtin, stand danîn û dest bi komkirina îmzeyan kirin. Dema bi dehan îmze hatin berhevkirin, polîsên Fransî ji ciwanan re astengî derxistin. Tevî astengiyê jî ciwanan stand ranekirin û xebatên xwe domandin.
Komek ji ciwanan li standê, komeke din jî li ku derê ku karîn biçinê, çûn û îmze kom kirin.
MANNHEÎM
Bi organîzasyona Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan a Mannheîmê saet di navbera 14:00-18:00’an de li Parandeplatzê stand hate danîn.
Çalakgerên ku nêzî 200 îmze kom kirin, broşurên destan ên têkildarî qedexeyê amade kiribûn belav kirin.