Ûgûr Şakar li Neûssê hate bîranîn
Ûgûr Şakar ê ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzasyonê ya dewleta Elmanyayê di sala 2019’an de xwe şewitandibû li bajarê Neûssê yê Elmanyayê hate bîranîn.

Ûgûr Şakar di sala 2019’an de ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzasyonê ya dewleta Elmanyayê li pêşiya Dadgeha Kredelfê çalakiyeke fedaî kiribû û şehîd bûbû.
Şakar li ser gora xwe ya li bajarê Neûssê htae bîranîn. Di bîranînê de nameya Şakar hate xwendin.
Hevserokê Meclîsa Ûgûr Şakar ê Krefeldê Huseyîn Perk jî di çalakiyê de axivî.
Çalakî bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.