Li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Marsîlyayê îmze hatin komkirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî qedexeya li ser PKK'ê îmze kom kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî qedexeya li ser PKK'ê îmze kom kirin.
Ji bo navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bê derfxistin, Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê dest bi komkirina îmzeyan kir.
Ciwanan li civîneke Partiay Antîkapîtalîst a Nû (NPA) bi beşdaran re li ser derxistina PKK'ê ji lîsteyê nîqaş kirin.
Ciwanan li salona civînê standa îmzeyan danî, broşurên li ser derxistina PKK'ê ji lîsteyê û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan nasîn.