Kongreya Rêveberiya Xwecih a Ewropayê pergala qeyûm rexne kir
Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê (KRXHE) dema ku pêşnûmeya biryarê ya têkilî Tirkiyê da dengdanê rexneya tund anî ser pergala qeyûm.
Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê (KRXHE) dema ku pêşnûmeya biryarê ya têkilî Tirkiyê da dengdanê rexneya tund anî ser pergala qeyûm.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî runiştinên KRXHE'yê bû. Endama kongreyê yê HDP'yê Adalet Fîdan û nûnerê HDB'ê yê Konseya Ewropayê Fayik Yagizay nûneriya HDP'ê kirin.
Dema rûniştinan ji ber sedema ku Tirkiye di pêvajoya şopandinê de ye, rapora ku ji hêla komîteya çadêr a kongreyê ve hatî hazkirin, pêşnûmeya biryarê û pêşniyarnameye hate qebûlkirin.
Di raporê de derheqê rewşa nûnerên hilbijartî yên xwecih ên li Tirkiyê, li ser başnebûna bicihanîna Biryara Pêşniyarê ya Kongreyê mitale têne gortin. Ji dewleta Tirk tê xwestin ku pênaseya terorê bi rengekî li bara mafê mirovan û nirxên demokrasiya temsîlî hurmetdar be, were guhartin.
Şandeyên Tirkiyê du pêşniyarnameyên guhartinê dane lê ji hêla kongreyê ve hatin redkirin ya dî jî ji hêla şandeya Tirk ve bi paş ve hate kişandin.
Di axaftinan de rewşa rêveberiya xwecih a li Tirkiyê û xasma jî pergala qeyûm bi tundî hate rexnekirin.
Adalet Fîdan got ew ji 64 şaredaran yek jê heye ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn û got, ''Ev rewşeke awarte ye''. Fîdan her wiha diyar kir ji ber ku tevlî bernameyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adare bûne şaredarên jin hatine girtin.