EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Swîsreyê coşa Newroza sala 50. a têkoşînê
Di Newroza 50. saliya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan tê pîrozkirin de, hate gotin ku em ê faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin. Di pîrozbahiyê de avakirina Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî li Swîsreyê hat ragihandin. -
Li gelek bajarên Fransa Newroz hat pîrozkirin
Li bajarên Fransa bi beşdabûna bi hezaran kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. -
Li Parîsê bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan
Li Parîsê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin. -
Newroz li Kopenhagenê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytext Kopenhagenê Newroz pîroz kirin. -
Agirê Newrozê li sê bajarên Hollandayê hate dadan
Agirê Newrozê li bajarên Den Haag, Amsterdam, Arnhem ên Hollandayê hate dadan. -
Li Londonê banga azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
Li Londonê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin. -
Li Evry û Rennesê Newroz hat pîrozkirin
Bi pêşengiya TCŞ'ê li Evryê Newroz hat pîrozkirin, li Rennesê jî agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin. -
Li Swîsre coşa Newrozê: Em ê bi agirê Newrozê azad bibin
Li Swîsre li gelek navendan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. -
Li Marsîlya coşa Newrozê - HATE NÛKIRIN
Ciwanan bi pêşengiya TCŞ’ê li Marsîlyayê bi konvoy, meşale û govendê Newroz pîroz kirin. -
Li Frankfûrtê bi deh hezaran peyama berxwedanê dan
Di Newroza Frankfûrtê de ku 60 hezar kes beşdar bûn, peyama "Bila deriyê Îmraliyê vebin, qedexeya PKK'ê bi dawî bibe û dema azadiyê ye" hat dayîn. -
Li Frankfûrtê Newroz bi coşiyê dest pê kir
Li Frankfûrtê bi tevlêbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. -
Li Draguîgnayê bi sedan ciwan meşiyan
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bi sedan ciwan bi dirûşma ''Di sala 50'î ya serfiraziyê de ji Rêber Apo re azadî'' hatin cem hev û Newroz pîroz kirin. -
NAV-BEL’ê ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir
NAV-BEL’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 26’ê Adarê de bang kir. -
Li Liegeyê resepsiyona Newrozê
Bi wesîleya cejna vejînê ya gelê Kurd, li bajarê Liege yê Belçîkayê ji bo dostên gelê Kurd resepisyonek hate dayin. Gelek parêzer, akademîsyen, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rêveberiyên xwecihî tevlî resepsiyonê bûn. -
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê ji bo Newroza li Frankfûrtê banga tevlîbûnê kir
Bi navê sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê, Koordînasyona Civaka Êzidî daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku 19'ê Adarê li Frankfûrtê tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. -
Dr. Brauns: Şer bi paradîgmaya Abdullah Ocalan diqede
Dîroknas Nick Brauns ragihand ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd derfetê jiyanê dide çandên cuda û gelan û got, "Fikrê Modernîteya Demokratîk sîstemeke ku dikare ji bo gelên Ûkraynayê jî bi cih were anîn." -
FED-KURD: 19'ê Adarê em li Newroza Frankfûrtê bin
FED-KURD'ê ragihand ku li Frankfûrtê Newroz wê 19'ê Adarê were pîrozkirin û bang li gel kir tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin. -
KCDK-E kampanyayê geştir dike
KCDK-E li kampanyaya îmzeyan a ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin xwedî derdikeve, ku kampanya ji hêla Insîyatîva ji Kurdan re Adalet hatibû destpêkirin. -
Nobedarên vê hefteyê endamên TÊKO-JIN e
Nobeda Azadiyê ku di sala dehemîn de bi biryardarî dewam dike, ji aliyê jin ên endamên TÊKO-JIN'ê ve dewr hate wergirtin. Bi navê komê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Têkoşîna jinan wê azadiya Rêber Apo misoger bike." -
Li Lavrioyê qurbaniyên komkujiya Helebce hatin bîranîn
Komeleya Çanda Kurdistanê bi çalakiya xwe ya li kampa Lavrîoyê, kesên di Komkujiya Helebce, Gazî, Qamişlo û Efrînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. -
Ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xist
Li Kantona Lûzern a Swîsreyê di çarçoveya pêngava ‘Werîn Cenga Azadiyê‘ de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin
Ciwanan li banliyoya Vîllîers le Bel a paytext Parîsê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Li Dûîsbûrgê standa îmzeyan hate danîn
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya li dijî qedeya PKK’ê hatî destpêkirin de li Dûîsbûrgê stand hate danîn. -
Li Berlînê ji bo yên li Helebceyê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin
Bi minasebeta 34. salvegera qetlîama Helebceyê li Berlînê merasîma bîranînê hat lidar xistin. Di bîranînê de îşaret bi domkirina hewldanên qirkirinê yên li ser Kurdan hat kirin. -
‘Standa azadiyê’ ya li Lozanê didome
Standa ku ji meha Mijdarê û şûn de her heftiyê li Lozanê tê danîn herî zêde bûye cihê sekinandina Kurdistaniyan. Li vir tevî agahdarkirinên têkildarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li dijî qedexeya li ser PKK’ê îmze tên komkirin.