Li gelek bajarên Fransa Newroz hat pîrozkirin

Li bajarên Fransa bi beşdabûna bi hezaran kesî Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

Li bajarên Fransa bi hezaran kes li hev kom bûn û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de doza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê bi pêşengiya CDK-F û TJK-F bi dirûşmeya “Agirê Newrozê geş bike, Kurdistanê Azad bike!” bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin. Kurdistanî û dostên wan li qada Stalîngrad a Parîsê bi coşa Newrozê li hev civiyan û dirûşmeya“Kurd berxwedan e, Newroz Kurdî ye” coşa Newrozê anîn Parîsê.

Newroza ku ji aliyê Meclîsa Kurd a Demokratîk a Fransa û Tevgera Jinên Fransa ve bi hev re tê organîzekirin, saet di 12:30 de li Gare Du Nord dest pê kir. Kurdistanî bi kincên xwe yên herêmî beşdarî meşa di navbera Gare Du Nord û qada Stalîngradê bû. Kurdistaniyan di meşê de belavokên ku wateya dîrokî ya Newrozê vedibêjin belavkirin. Dema ku milê meşê gihîşt Stalîngradê, qada Newrozê bi tilîlî û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Em hemû PKK ne" berz kirin.

Şahiya Newrozê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê CDK-F Necmettîn Demîralp gel silav kir. Demîralp bi bîr xist ku gelê Kurd bi îradeya xwe cih tijî kir û destnîşan kir ku civîna bi deh hezar kesî ya li qada Newrozê ya li Parîsê û bi coş û vîna li welat re, encama têkoşîna mafdar û serketî ya vî gelî ye.

Piştî axaftina Demîralp, koma muzîkê ya Kevana Zêrîn a ji muzîkjenên jin pêk dihat derket ser dikê. Piştî koma muzîkê, ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah bi tilîlî û dirûşmeyan derket li ser dikê û xîtabî girseya gel kir.

‘GELÊ KURD ALA BERXWEDANÊ LI DORA AGIRÊ NEWROZÊ BILIND KIR‘

Fermandara YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku gelê me bi hemû germahiya dilê xwe qadên Newrozê tijî kiriye û got:“Gelê Kurd ê ku qada Newrozê tijî kiriye, li dijî hemû cîhanê ala berxwedanê li dora agirê Newrozê bilind kir. Ez gelê xwe yê ku koletî qebûl nekir, gelê xwe yê tim li dora agirê Newrozê dicivîne silav dikim. Ji heta Îmraliyê û hemû parçeyên Kurdistanê re silav. Ez ji kûrahiya dilê xwe têkoşîn û berxwedana gelê me silav dikim.“

Abdullah anî ziman ku wê rojek were wê gelên Kurdistanê ji bo rizgarkirina Efrînê jî bi vê coşê derkeve qadan û pîroz bike. Abdullah diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di nava berxwedanê de ye û axaftinên xwe bi van gotinan dawî kir:“Kurd êdî ne Kurdên berê ne, bila tevahiya cîhanê bizane ku gelê Kurd xwedî hêza ku bi xwe dikare qedera xwe tayîn bike. Mîmarê vê tevgerê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.“

Girseya gel piştî navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihist bi yek dengê dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav“ berz kirin.

‘GIRTIYÊN AZADIYÊ SERBEST BERDIN‘

Seroka Fransa-Kurdistan Sylvie Jan axivî û got:  “Ez berxwedana gelê Kurd û Newrozê silav dikim. Bila ev Newroz bibe Newroza kesên li dijî şer in. Bila ev Newroz şer rawestîne, ji bo hemû gelan. Em bi dil û can bi van kesan re ne. Em ê li kêleka we bin. Ji bo azadiya gelê Kurd dîsan we qad tijî kirin û carek din bang kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên azadiyê serbest bên berdan.“

 

‘AGIRÊ MAZLÛM DOGAN VÊXIST WÊ TU CARÊ NEVEMIRE‘

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî axivî û anî ziman ku divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest rabe. Aktaş da zanîn ku agirê Newrozê yê ku Mazlûm Dogan gur kiriye wê tu carê nevemire û got: “ Gelê Kurd bi tijî kirina qadên Newrozê îradeya xwe bi awayekî zelal nîşanî faşîzma AKP'ê da.“

RENNES

Kurdistaniyên li Rennes û bajarên derdorê dijîn, danê nîvro li qada vekirî ya Parc des Gayeulles hatin cem hev. Kurdistaniyên beşdarî şahiya Newrozê bûn, di serî de cejna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû mirovahiyê pîroz kirin.

Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk diha, bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dirûşmeyên “Bijî berxwedana PKK”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Bê Serok jiyan na be” berzkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê di şexsê şehîdên Newrozê de axaftin hatin kirin. Serokê Komeleya Dostaniya Kurdistanê Andre Meteyer kesên beşdarî Newrozê bûne silav kir û peyama hevgirtinê da.

Agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vêxistin. Kurdistaniyan li dora agir Newroz gerandin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Di şahiyê de Hozan Alî Gul, Deza Amed, Koma Musique du Monde ya jinan, Mîr Berwer û Xecê derketin li ser dikê û girse coşandin.

STRASBOURG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê şahiya Newrozê hate lidarxistin. Di şahiyê de axaftin hatin kirin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Di şahiyê de Pinar Aydinlar, Suleyman Çarnewa, Sidar Amedî û Nuarîn derketin li ser dikê gel coşandin.

Girseya gel li ber stranan govend gerandin.

MARSILYA

Li Marsîlya jî bi hezaran derketin qadan û Newroz pîroz kirin.

Kurdistaniyan û dostên wan ên li Parka Larose hatin cem hev, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya bi pankarta "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî", pankartên bi wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê û alên PKK'ê hatin vekirin, di saet 13.00‘an de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û TEV-ÇAND'ê ji bo pêşandana berhemên çandî kon vedan.

Di şahiyê de Hunermend Rênas Demhat, Gulê Bejna, Hozan Arhat û Hozan Aydin derketin li ser dikê. Girseya gel li ber stranan govend gerandin û dirûşme berz kirin.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellier ê Fransayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Newroza li Salon du Belvedere hat pîrozkirin, bi beşdariya gelek kesan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Di şahiyê de Hunermend Hozan Menal, Meral Alkan û Silêman derketin li ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.

Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.