Agirê Newrozê li sê bajarên Hollandayê hate dadan

Agirê Newrozê li bajarên Den Haag, Amsterdam, Arnhem ên Hollandayê hate dadan.

Agirê Newrozê li bajarên Den Haag, Amsterdam û Arhnemê yên Hollandayê hate dadan, govend hate gerandin.

Pîrozbahiya li Den Haagê bi meşeke bi meşaleyan.

Meşê ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd dest pê kir. Di meşê de dirûşma "Bijî Newroz" hate qîrîn û stranên gerîla hatin gotin.

Piştî meşê li Wijkparkê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û agirê Newrozê hate dadan. Heta derengiya şevê li dora agirê Newrozê govend hate gerandin.

Agirê Newrozê li Amsterdamê jî li Leidsepleinê hate dadan. Di çalakiyê de govend hate gerandin û heta saet 22:00 dewam kir.

Agirê Newrozê li Arnhemê jî li qada Olympus 2'ê hate dadan û govend hate gerandin.