Li Swîsre coşa Newrozê: Em ê bi agirê Newrozê azad bibin
Li Swîsre li gelek navendan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Li Swîsre li gelek navendan Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Li bajarê Wintherthu, Bellinzona, Chur û St Gallen ê Swîsreyê Newroz bi awayek girseyî hate pîrozkirin. Di sala 50. a Newroza Azadiyê de, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
WINTERTHUR
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Winterthurê bi meşekê dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Bi sedan Kurdistanî di saet 18.00‘an de li hev civiyan, meşale vêxistin. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, YPG, YPJ û TJK-E hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.
Kurdistanî û dostên wan piştî ku bi qasî saetekê meşiyan û dîsa hatin heman qadê. Li vir ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî axaftinan peyamên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
BELLINZONA
Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Bellinzona ve jî li qada Via Sole şahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de agirê Newrozê hate vêxistin û axaftin hatin kirin.
Girseyê li dora agirê Newrozê govend gerandin.
CHUR
Li bajarê Çur jî Kurdistaniyan bi meşeke bi meşaleyan Newroz pêşwazî kirin. Bi sedan Kurdistanî li Engandinstrasse li hev civiyan û deqeyek rêz girtin. Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a têkildarî salvegera 50'î ya bi dîmen hate temaşekirin.
ST GALLEN
Li Swîsre yek ji qadên Newrozê St Gallen bû.
Kurdistanî û dostên wan di saetên danê êvarî de li parka Leanard li hev civiyan û deqeyek rêz girtin. Li ser navê Meclîsa Gel a St Gallenê axaftin hatin kirin.
Li ber stranan govend hate gerandin û dirûşme hatin berzkirin.
Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn wê di pîrozbahiya navendî sibê li Frîborgê bê lidarxistin de, bên cem hev.