Newroz li Kopenhagenê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li paytext Kopenhagenê Newroz pîroz kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, bi pêşengiya Navenda Ciwanên Kurd Newroz hate pîrozkirin.

Bi banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Sêvê li salona Isojê hat Newroz hate pîrozkirin.

Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

Di pîrozbahiyê de afîşên mezin ên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK; YPG û YPJ'ê, TEV-DEM û posterên şehîdên Newrozê hatin hildan.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bijî Newroz" hatin qîrîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di şahiyê de Cigerres Efrîn, Mahsûm Derîkî, Ergîn Xelîkan, Hozan Fîgen, Koma Barîn, Sîvan Can, Hozan Gîrîn, Seyda Perînçek û Siyar û Dijwar wê derketin ser dikê.

Li bajarê Hernîngê yê Girava Jûlentê ya Danîmarkayê wê îro Newroz bê pîrozkirin.