FED-KURD: 19'ê Adarê em li Newroza Frankfûrtê bin

FED-KURD'ê ragihand ku li Frankfûrtê Newroz wê 19'ê Adarê were pîrozkirin û bang li gel kir tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

FED-KURD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê 19'ê Adarê li Frankûrtê ya Elmanyayê Newrozê pîroz bikin û bang li gel ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin.

FED-KURD'ê got, ''Em bangewazîya Tevgera Azadiya Gelê Kurd a ku bi dirûşma “Sala 50'î wê bibe sala Rêbertî û Partiyê'' ya  têkoşîn û serkeftinin dîrokî. Em vê banga silav dikin. Em şehîdên Newrozê û hefteya lehengiyê bi minetdarî bi bîr tînin. 
 
Li ser vê bingehê em hemû gelê xwe vedixwînin Newroza Elmanyayê ku wê di 19'ê Adara 2022'an de li Frankfûrtê bê pîrozkirin.''