Li Evry û Rennesê Newroz hat pîrozkirin

Bi pêşengiya TCŞ'ê li Evryê Newroz hat pîrozkirin, li Rennesê jî agirê Newrozê hate vêxistin û govend hate gerandin.

Li Evryê û Rennesê Newroz bi awayek girseyî hate pîrozkirin.

PARÎS-EVRY

Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi dirûşmeya “Bila demildest hevdîtin bi Rêber APO bên kirin ” hatin cem hev.

Pîrozbahiya Newrozê ku danê êvarê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Evryê destpê kir, bi kêliyên bi coş dewam kir. Ciwan bi col û bergên gelirî tevlî şahiyê bûn û govend gerandin.

Di pîrozbahiyê de li ser navê navê TCŞ'ê daxuyanî hate xwendin û hate gotin ku îsal wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Şahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bê Serok jiyan nabe“ bi dawî bû.

RENNES

Li Rennesê Kurdistanî û dostên wan di meşa Newrozê de li hev civiyan. Di meşa ku li Place du Colombîer destpê kir de, Newroza gelên Kurdistanê û gelên din bi taybetî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên çiya û zindanan hate pîrozkirin. Di Newrozê de israra berxwedan û jiyana azad, careke din azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bê Serok jiyan nabe“,  “Bijî Newroz“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

Piştî meşê şahî hate lidarxistin û ji bo şehîdan rêz hate giritn. Girseyê agirê Newrozê vêxist û li dora agir govend gerandin.

Di şahiyê de banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya roja Yekşemê were lidarxistin de hat kirin.