Li Swîsreyê coşa Newroza sala 50. a têkoşînê

Di Newroza 50. saliya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan tê pîrozkirin de, hate gotin ku em ê faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin. Di pîrozbahiyê de avakirina Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî li Swîsreyê hat ragihandin.

Di 50. salvegera yekemîn civîna ku di sala 1973'an de li Bendava Çubukê hat lidarxistin de, dema ku bingehê tevgera PKK'ê hat avêtin, Newroz weke li bajarên Kurdistanê li Ewropayê jî bi coş hat pîrozkirin.

Swîsre yek ji wan welatan bû ku li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet hatin lidarxistin. Ji heftê heta heftê salî bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya li Forum Fribourg a li Fribourg a Swîsreyê hat lidarxistin bûn. Tevî ku eywanek mezin bû jî bi hezaran kes nikarîbûn li eywanê bi cih bikin. Bi hezaran kesên ji Kurdistan, Swîsre, Tirkiye û enternasyonalîst li Fribourgê hatin cem hev Newroz pîroz kirin.

Di saetên serê sibehê de Kurdistanî û dostên wan herikîn qada Newrozê û qad tijî kirin. Qad bi pankartên “Newroz pîroz be“, wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kawayê hemdem Mazlûm Dogan hatin xemilandin. Di şahiyê de ji bo şehîdan rêz hate girtin.

Hevserokên sîwana Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê Civaka Azad (CDK-S) Îsmaîl Kardaş û Selma Suren derketin ser dikê. Hevserokan Newroza gelên ku beşdarî Newroza Berxwedana 50’an bûne pîroz kirin. Hevserokên CDK-S'ê diyar kirin ku sala 50. a salvegera berxwedanê ye û wiha gotin:“ Berxwedana ku Rêber Ocalan û hevalên wî 50 sal berê li bendava Çubuk a Enqereyê danî, îro bi pîrozbahiyên bi milyonan xwe nîşan dide. Bi taybetî roja Rêber Ocalan  û girtiyên di girtîgehan de ye.“

Ciwan bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê ketin hundirê eywanê. Di şahiyê de endamê TCŞ’ê axaftin kirin.

Piştre Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr, axaftinek kir û got: “ Newroza berxwedanê ketiye sala 50'î. Newroz li Rêber Ocalan pîroz be. Di şexsê girtiyên siyasî Newrozê li Aysel Tûglûk, Emîne Şenyaşar û hemû jinên berxwedêr pîroz dikim. Ji me re dibêjin ji PKK'ê dûr bikevin. Li Tirkiyeyê ji HDP'ê re gotin. Ji PKK'ê dûr bikevin. Em dipirsin ev ciwan kî ne? Ma ne zarokên gel in? Her em dibêjin em careke din teqez bikin. Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê Rêber Apo azad bikin.“

Aktîvîstên "Însiyatîfa Ji Ocalan re Azadî" ku di pîrozbahiya Newrozê ya li Swîsreyê de derketin ser dikê û Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ya Swîsrê ragihandin. Navê kesên ku di însiyatîfê de cih digrin wiha ne:

 Sina Deiss, Anina Jendreyko, Margret Kiener Nellen, Stefanie Prezioso Batou, Jean Batou, Franco Cavalli, Dick Marty, Rémy Pagani, Ahmet Yaman û Beppe Savary“

Endamên însiyatîfê Beppe Savary, girseya gel silav kir û dirûşmeya bi Kurdî û Elmanî "Bijî Serok Apo” berz kir.

Di şahiyê de Hunermend Beser Şahîn, Farqîn Azad, Ergîn Xelikan, Serhat Med, Yeqin, Sabahat Erdem û Koma Govendê ya Swîsre derketin li ser dikê.

Girseyê li ber stranan govend gerandin.