Li Marsîlya coşa Newrozê - HATE NÛKIRIN
Ciwanan bi pêşengiya TCŞ’ê li Marsîlyayê bi konvoy, meşale û govendê Newroz pîroz kirin.
Ciwanan bi pêşengiya TCŞ’ê li Marsîlyayê bi konvoy, meşale û govendê Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de ciwan daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Ciwanan di saet 19.30’an de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hildan. Ciwanan di pîrozbahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Newroz pîroz be“ berz kirin.
Ciwanan bi stran û govendê pîrozbahiya Newrozê domandin. Coşa ciwanan herîkî kolanên Marsîlayê û bi konvoya wesayîtan di nava bajêrde geriyan.
Ciwanan bi boneya Newrozê meşa meşaleyî lidarxsit.
Piştî meşê li ser navê ciwanan daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê êdî tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe. Newroza îsal wê bibe sala serketinê. Sal û Newroz wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO. Weke ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonalîst kîn û hêrseke me ya mezin li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan heye. Divê êdî dawî li vê tecrîda sîstematîk û girankirî ya ku bi desteka dewletên Ewropayê didome bê. Em ê bi paradîgmaya Rêber APO bersiva vê pêvajoyê bidin.”
Çalakiya ciwanan bi dirûşmeyên “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne“ bi dawî bû.