Çalakiya standê ya ku li bajarê Lozanê ya Swîsreyê ji aliyê Kurdistaniyan ve di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rêvebririn, didome.
Ji 24’ê Mijdara 2021’an ve her roja Çarşemê ji aliyê endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve çalakiya standê tê lidarxistin.
Dema pirtûkên li ser fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber dêra St Laûrent li Swîsreyiyan tên belavkirin, têkildarî azadiya Ocalan jî agahî tê dayîn.
Kurdistaniyên li Lozanê dijîn çûn serdana çalakiya standê û piştgirî dan. Her wiha di çarçoveya kampanya ku ji bo derxistina PKK'ê ji ‘lîsteya terorê’ tê domandin de, weke her hefteyê îmze hatin komkirin.