Li Frankfûrtê Newroz bi coşiyê dest pê kir

Li Frankfûrtê bi tevlêbûna bi hezaran kesî pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Newroz li Frankfûrtê ku bi pêşengiya KON-MED, FED-KURD, FCK, FED-MED, FCKM-KAWA bi dirûşma, ''Newroza Rêber Apo pîroz be'' bi tevlêbûna bi hezaran kesî dest pê kir.

Ji gelek eyalet û navendên cuda yên Elmanyayê bi hezaran Kurdistanî hê spedeyê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozkirina Newrozê kirin.

Girseya ku piranî ji ciwan û jinan pêk hatî, berxweadna gerîla ya li Kurdistanê slav kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd şermezar kirin.

Di pîrozkirinê de bi dirûşmeyan hate gotin ,''Bijî berxweana PKK'ê'', ''Bijî berxwedana Imralî'', ''Bê Serok jiyan anbe.''

Ciwanan her wiha alaya PKK'ê rakirin û qedexeya li ser PKK'ê şermezr kirin.