NAV-BEL’ê ji bo pîrozkirina Newrozê bang kir
NAV-BEL’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 26’ê Adarê de bang kir.
NAV-BEL’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 26’ê Adarê de bang kir.
Kurdên li Belçîkayê wê di 26’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Bi organîzeya NAV-BEL’ê wê Newroz li Houvelhofpark 3010 Kesel-Lo were pîrozkirin.
Di daxuyaniya NAV-BEL’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Newroz ji bo gelê Kurd ji cejnê wêdetir xwedî pîroziyekê ye. Ji Kawayê Hesinkar û heta niha bûye lûtkeya azadî û berxwedanê. Newroz wekî xwenûkirina xwezayê, ji bo her gelekî tê wateya bîra neteweyî û yekîtiya hestan.
Gelê Kurd tevî gelên Rojhilata Navîn li hemberî Dehaqê Zalim serî hildan û her dem bi berxwedanê Newroz pêşwazî kirine. Ji dema ku Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan meşale daye vêxistin û heta niha Newroz ji bo gelê me bûye azadî û serhildan. Gelê Kurd di her Newrozê de serdemeke têkoşînê daye destpêkirin. Newroz 2022’an ji niha ve di dîrokê de cihê xwe stendiye. Sedema vêya jî ev e ku Newroza îsal tê wateya sala 50’emîn a têkoşîna me. Ev bang ji bo gelê Kurd ji bo destpêkirina serdemeke nû ya têkoşîna demokratîk e. Li ser esasê aştiyeke bi rûmet bi serdema têkoşîna demokratîk a ku wê Kurdistanê azad bike, gelê Kurd heta ku mafên xwe bi dest bixe, wê ev serhildan bidome. Di Newroza 2022’an de em Rêber Apo bijîn, hîs bikin, xwedî lê derkevin û wî azad bikin.
Di 26’ê Adarê de li Leûvenê ji bo vêxistina agirê Newrozê em bangî hemû gelê xwe û dostên xwe dikin.”