Li Parîsê bi hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan
Li Parîsê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.
Li Parîsê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya CDK-F û TJK-F'ê, bi dirûşma "Agirê Newrozê geş bike, Kurdistanê azad bike" Newroz tê pîrozkirin. Pîrozbahiyê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.
Bi hezaran Kurdistaniyên ji navend û banliyoyên Parîsê hatin, destpêkê li Gare du Nord li hev civiyan ji bo tevlî meşê bibin. Kurdistanî li pişt pankarta bi nivîsa "Newroza sala 50'emîn li Rêber Apo pîroz be" û "Newroz pîroz be" kom bûn.
Girseya gel ku bi giranî ji jin û ciwanan pêk tê, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Berxwedan jiyan e", "Bê Serok jiyan nabe" qîriya.
Girseya gel wê ber bi qada Stalîngradê bimeşe û Newrozê bi mîtîngekê pîroz bike.