Resepisyon li Parc du Jardin Botanique ya Liegeyê pêk hat û destpêkê nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Gulê Algunerhan axivî. Algunerhan diyar kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn mizgîniya biharê ye û ji bo Kurdan jî di heman demê de roja berxwedanê ye.
Bi navê Civaka Kurd a Liegeyê Gulistan Ozer piştre axivî û qala dîroka Newrozê kir. Ozer diyar kir ku Newroz sê hezar sal in tê pîrozkirin û ji bo gelên Rojhilata Navîn û Kurdan cejneke berxwedanê ye.
Ozer di axaftina xwe de li ser rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistanê jî agahî da û qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li girtiyên siyasî kir.
Piştî axaftinan hunermend Hamîd Ûrmiye derkete ser dikê û beşdaran li dora stranên wî govend gerandin.