Li Londonê banga azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
Li Londonê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.
Li Londonê Newroz bi girseyî hate pîrozkirin.
Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê li Londonê bi şîara sala 50'î ya Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan şahiya Newrozê hate lidarxistin. Di şahiyê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Ciwan danê êvarê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî" li Navenda Civaka Kurd a Londonê li hev civiyan û bi saetan li ber dehol û zirneyê govend gerandin. Di şahiyê de hunermend Serhado, koma Zelal û Hozan Canê derketin li ser dikê û girse coşandin.
Di şahiyê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Ji Ocalan re azadî“ û “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.
Di şahiyê de li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî hate xwendin. Dş daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedêrên zindanan û gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê pîroz be.“
Her wiha ciwanan bang li tevahiya ciwanan kirin ku dakevin qadan.
Ciwanên enternasyonalîst jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyamên xwe yên piştgiriyê dan.
Şahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.