Daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê li ser Newrozê wiha ye:
"Em wek Koordînasyona Civaka Êzidî, hemû sazî û pêkhateyên xwe Cejna Newrozê, cejna serhildan û azadiyê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz dikin. Yên ku xwe bi agirê Newrozê ji bo gelê xwe feda kirin û îro ev agir bû ronahiyek mezin ji bo gelê Kurd, Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi rêzdarî bi bîr tînin.
Dîsa vê cejna Newrozê, di serî de li Rêberê Gelê Kurd rêber Apo û tevahiya tevgera azadiyê pîroz dikin. Weke tê zanîn ev 23 sale ku Rêberê Gelê Kurd dîl girtiye û dijminê faşist tecrîdek xedar li ser wî dimeşîne. Çen sal in ku hevdîtinên wî bi malbat û parezerên wî re qut kirine, ti agahdarî jî jê tunene, ev jî ji bo me metirsiyek mezine.
Ji ber ku ev konsepta tunekirina gelê Kurd e, ku dewleta Tirk ev bi dehan sale daye ber xwe, ,aliyekî vê konseptê jî qutkirina Rêber Apo ji gelê Kurd e. Çawa ku aliyên din jî êrîşên li ser Şengalê ne, ku Berxwedana Şengalê têk bibin, civaka Êzidî bê îrade bikin û nehêlin li wir îradeyek Kurdên xwe naskirî çê bibe.
Dîsa bi vê dijminatiya qirêj û dewamiya konsepta tunekirina gelê Kurd, dewleta dijmin a Tirk 18'ê adara 2018'an Efrîn dagir kir. Em bi munasebeta vê salvegerê, vî dijminê fasîst bi tundî şermezar dikin û dibêjin Efrîn a me ye û wê ya me jî bimîne.
Em bi rihê berxwedena Efrînê van êrîş, gef û zextên dewleta dijmin a Tirk û hevalbendên wê bi tundî şermezar dikin û bi taybetî jî bang li civaka Êzidî dikin ku çi li hemberî tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd rêber Apo û çi jî êrîşên li ser Şengal û Efrîn, bi ruhê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, bi germahiya Agirê Newrozê û bi bîr û baweriya Mam Zekî Şengalî û Mam Beşîr tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin û agirê Newrozê geş bikin.
Divê hemî cîhên ku civaka me lê dijî wek Şengal, Rojava, Bakûr, Başûr, Kafkasya û taybetî jî civaka me a Li Elmanyayê û seranserî cîhanê, ji 7 salî hetanî 70´ê salî bi herikên Qada Newrozê, a ku di van rojên pêşiya me de pêk tê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rêber Apo dengê xwe bilind bike.
Werin em hemî bi hev re qada Newrozê a 19.03.2022 li bajarê Frankfurt hembêz bikin! Werin em Agirê Newrozê li Şengalê, warê bav û kalan geş bikin!
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ)."