Li Frankfûrtê bi deh hezaran peyama berxwedanê dan

Di Newroza Frankfûrtê de ku 60 hezar kes beşdar bûn, peyama "Bila deriyê Îmraliyê vebin, qedexeya PKK'ê bi dawî bibe û dema azadiyê ye" hat dayîn.

Newroza 2022’an a bi pêşengiya KON-MED, FED-KURD, FCK, FED-MED, FCKM-KAWA, YJK-E-Elmanya bi dirûşma “Newroz azadiya Rêber Apo Pîroz be” Newroza 2022’an bi coş û biryardariyeke mezin hat pîrozkirin.

Bi deh hezaran Kurdistaniyên ku ji 150 navendan ji eyalet û bajarên cuda yên Elmanyayê bi sedan otobusan hatin qada Newrozê, 50. Salvegera PKK'ê bi dirûşmeyan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina qedexeya PKK’ê hate xwestin. Girseyê ji destpêka pîrozbahiya Newrozê heta kêliya dawî, bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk tê, bal kişand ser berxwedana gerîla ya li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Bijî berxwedana PKK'ê", "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Gerîla Bijî berxwedana." “Bêjî berxwedana Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

Di Newroza Frankfurtê de li gorî salên borî beşdarbûna zêde, kelecana girseyê, bi taybetî jin û ciwanan qad bi cil û bergên herêmî tije kirin. Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatin girtin û daxuyaniyên ku tê îdiakirin di bêtêlên polîsan hatine belavkirin, hate gotin ku zêdeyî 60 hezar Kurd û dostên wan li herêmê ne.

HETA AZADIYA RÊBER APO EM Ê BITÊKOŞÎN

Hevseroka KON-MED'ê û endama Komîteya Amadekar a Newrozê Zubeyde Zûmrût, Hevserokê KON-MED Engîn Sever, Berdevka HDP'ê ya Ewropayê Leyla Îmret û nûnerên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin kirin.

Di pîrozbahiyê de Zûbeyde Zûmrût axivî û got: “Me Newroza Rêber Apo weke Newroza azadiyê îlan kir. Rêber Apo ji bo me, jin û ciwanan xeta sor e. Heta em wî azad bikin em ê şev û roj kolan bi kuçe, mal bi mal bixebitin.”

DIVÊ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê RABE

Engîn Sever jî bal kişan li ser qedexeya li ser PKK’ê û got ku divê qedexeya li ser PKK’ê rabe. Sever, bang li welatên çekan difiroşin dewleta Tirk kir û got: “Komkujiyên li Kurdistanê bi çekên we tên kirin. Li Garê, Heftanîn û Metîna çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Ev çek ji Ewropayê hatine kirîn. Îro gelê Kurd li vê qadê dibêje em azadiya xwe, azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Ger dewletên Ewropayê aştiyê li Rojhilata Navîn dixwazin, divê li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were.“

BILA DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBE

Hevseroka HDP'ê ya Ewropayê Leyla Îmret jî bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de û helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo çareseriyê. Îmret diyar kir ku dewleta Tirk bi hilweşandina cihên wekî Cizîr, Sûr, Nisêbîn, dagirkirina Rojava, vekirina dosyaya girtinê ya li dijî HDP’ê û şopandina polîtîkaya emanetê bersiv da daxwazên gel ên aştî û demokrasiyê û got: “Siyaseta dewleta Tirk a înkarkirina îmhayê polîtîkaya nijadperestiyê ye."

Îmret, got:“Çareseriya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn paradîgmaya rêya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bila deriyên Îmraliyê bê vekirin û êrîşên dagirkeriyê bi dawî bibin."

TCŞ: EM Ê DIWARÊN ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN

Di daxuyaniya li ser navê TCŞ’ê de hate xwendin de jî ev tişt hatin gotin:“ Ciwanên Apoyî di vê pêvajoya 50 salî de têkoşîneke bênavber dane meşandin. Li hemberî jin, ciwan û azadiya welat çiqas êrîş pêk hatin jî kesî nikarî çonkê ciwanên şoreşger bişikîne. Tu tundî nikare me ji rêya me vegerîne. Bi tecrîda li ser Rêbertiyê re hêzên kapîtalîst êrîşî nirxên civakî kirin. Êrîşên komployê bi xwîna şehîdên me û têkoşîna tevgera me ya azadiyê hatin rawestandin. Ji ber vê yekê dijmin êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedanên di zindanan de pir dijwar dike. Em hîn bêhtir bi biryar in; Li hemberî van êrîşan em ê meşaleya Newrozê hê bilindtir bikin, em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin. Weke TCŞ û TekoJIN em ê Newroza 50. a Rêbertiyê bi ruhekî şoreşgerî li Rêber Apo, şehîdan û tevahî Kurdistanê pîroz dikin. Dem dema azadiyê ye. Bijî Serok Apo, Jin jiyan azadî”

Piştre Hunermend Şehirbana Kurdî, ji Koma Bajar Vedat Yildirim derketin li ser dikê û bi stranên xwe girse coşandin.

Li ber stranan govend hate gerandin.

Piştre Şerîfê Omerî derket li ser dikê Û hêzên gerîlayên ku Rojava û hemû Kurdistan ji dagirkeriyê rizgar kirin silav kir.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û bi dirûşmeyan bi dawî bû.