KCDK-E kampanyayê geştir dike

KCDK-E li kampanyaya îmzeyan a ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' were derxistin xwedî derdikeve, ku kampanya ji hêla Insîyatîva ji Kurdan re Adalet hatibû destpêkirin.

Kampanyaya îmzeyan ya ji bo ku PKK ji nav 'lîsteya terorê' wer derxistin ku Kanûna 2021'an dest pê kirî dewam dike. Sazî û komeleyên Kurdan ên li Ewropay3e xebatên kampanyaya îmzeyan didomînin. 

Hevseroka KCDK-E'yê Fatoş Goksungur diyar kir niha meclîsên wan, rêxistinên wan ên ciwan û jinan xebatên kampanyayê didomînin û got, ''Ev kampanyaya îmzeyan helwesta Ewropayê mehkûm dike. Ev kampanyaya îmzeyan ne ji hêla Kurdan ve hatiye destpêkirin. Mirovên ku baweriya xwe bi paradîgmaya Rêberê gelê Kurd, baweriya xwe bi têkoşîna mafdar û meşrû ya Tevgera Azadiya Kurd anîne, ev kampanya dane destpêkirin. Em KCDK-E jî li her devera Ewropayê tevlî ve kampanyayê dibin, ji ber ku qedexekirina PKK'ê qedexekirina Kurdan e.''

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî diyar kir kampanyaya ku ji hêla şexsiyete navdar ên cîhanê ve hatî destpêkirin xwedî giringiyeke dîrokî ye û got, dewleta Tirk hemû êrîşên xwe yên îmha û dagirkirinê dispêre ser helwesta Ewropa û DYE'yê ya derbarê PKK'ê û got, dewleta Tirk bi vê jî namîne dixwaze siyaseta legal a Kurd jî bi vê qedexeya li ser PKK'ê krîmînalîze bike.

Koç bal kişande ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku gotibû hebûna PKK'ê ya di nav wê lîsteyê de ne hiqûqî ye, biryara Dadgeha Belçîka jî bi bîr xist ku hatibû gotin PKK ne rêxistineke terorê ye û got, ''PKK zûzûka divê ji wê lîsteyê were derxistin.''

Koç her wiha got ji bo ku siyaseta qirkirinê ya li ser Kurdistanê raweste divê PKK ji nav lîsteyê were derxistin.

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir hemû meclîsên wan ji bo kampanyaya îmzeyan dixebitin, Newroz, 1'ê Gulanê bi bîr xist û got meclîsên wan, navendên wan ên civakî û pêkhatyeyên wan wê xebata xwe bînini asta herî jor, bang kir hemû demokrat, dilxwazên azadî û wekheviyê li hemû bajaran xwe bidin ber vî karî. Koç bi bîr xist ku beriya niha ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 10 milyon îmze kom kirine û got ev hêz û potansiyela Ewropayê heye.