Li Lavrioyê qurbaniyên komkujiya Helebce hatin bîranîn
Komeleya Çanda Kurdistanê bi çalakiya xwe ya li kampa Lavrîoyê, kesên di Komkujiya Helebce, Gazî, Qamişlo û Efrînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Komeleya Çanda Kurdistanê bi çalakiya xwe ya li kampa Lavrîoyê, kesên di Komkujiya Helebce, Gazî, Qamişlo û Efrînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
Komeleya Çanda Kurdistanê bi çalakiyekê li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê kesên di Komkujiya Helebce, Gazî, Qamişlo û Efrînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Bîranîn li eywana konferansê hate lidarxistin û gelek kes beşdar bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
Di bîranînê de axatin hatin kirin û komkujî hate şermezarkirin.
Piştre peyama MLKP’ê hate xwendin. Di peyama ku komkujî hat protestokirin de, banga mezinkirina berxwedana hevpar a gelan a li dijî faşîzmê hat kirin.
Piştî axaftinan sînevîzyona têkildarî komkujiyê hate temeşekirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.