Li Berlînê ji bo yên li Helebceyê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin

Bi minasebeta 34. salvegera qetlîama Helebceyê li Berlînê merasîma bîranînê hat lidar xistin. Di bîranînê de îşaret bi domkirina hewldanên qirkirinê yên li ser Kurdan hat kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo kesên di komkujiya Helebceyê ya di 16’ê Adara 1988’an de ji aliyê dîktatoriya Saddam ve bi gaza kîmyewî pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîna ku li ser banga Meclisa Jinan a Nav-Berlîn û Dest-Danê li Alexanderplatz a Berlînê hat lidarxistin, saet di 17:00’an de bi gotina sirûda netewî ya Kurdan Ey Reqîb destpê kir.

Di axaftinan de behsa texrîbatên ji ber komkujiyê hate kirin û hate gotin ku rejîma Seddam çekên ku ji Elmanya û dewletên Ewropayê kirî di komkujiyê de bikar anîbû û ji ber vê yekê Ewropa li hemberî komkujiyê bêdeng maye.

Di bîranînê de îşaret bi qetlîamên Qamişlo û Gazî û hewldanên dagirkirinê yên li Başûrê Kurdistanê ku di nava meha Adarê de ji aliyê dewletên Tirk, Sûriye û Iraqê ve li dijî Kurdan pêk hatinî, hate kirin û hat destnîşankirin ku bi Helebceyê re hewldanên qirkirina Kurdan didomin.