Li Parîsê çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin
Ciwanan li banliyoya Vîllîers le Bel a paytext Parîsê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ciwanan li banliyoya Vîllîers le Bel a paytext Parîsê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê meşek bi meşaleyan hat lidarxistin.
Di meşa ku saet 19:00’an destpê kir de ciwanan gelek caran bê navber dirûşmeyên “Lîberte Poûr Ocalan” (Ji Ocalan re azadî), “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ye”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Noûs Sommes Toûs PKK” (Em hemû PKK’î ne) û "Bijî berxwedana gerîla" berz kirin û ji îstasyona trenê ya Vîllîers Le Bel heta Navenda Civaka Kurd meşiyan.
Di meşa ku nêzî saetekê dom kir de ciwanên daxuyanî dan û bang li her kesê kir ku bi xurtî tevlî meşa Newrozê ya ku wê di 20’ê Adarê de li îstasyona Gare De Nord destpê bike, bibin.