Parlamentoya Ewropayê rêya kampanyaya "Piştgiriya bi Parlamenteran re" balê dikişîne ser rewşa parlamenterên li tevahiya cîhanê ku ji ber xebatên xwe yên siyasî rastî zext, gef û bêhiqûqiyê tên.
Di vê çarçoveyê de Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, endamê Koma Çep a Parlamentoya Îrlandayê Chrîs MacManûs, Parlamentera Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, endamê Koma Çep a Parlamentoya Danîmarkayê Nîkolaj Vîlmûssen û Parlamenterê Amedê Mûsa Farisoglûllari ji aliyê endamê Keskan/EFA a Parlamentoya Katalonyayê Jordî Sole ve tên parastin.
Jordî Sole, Nîkolaj Vîlmûssen û Chrîs MacManûs ji bo agahiyê werbigirin, di çarçoveya kampanya "Piştgiriya bi Parlamenteran re" de çûn serdana Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê û li wir piştgirî dan HDP'ê û siyasetmedarên girtî.
Parlamentera HDP'ê ya Ewropayê Devrîş Çîmen têkildarî serdanê agahî da û got, "Rejîma Erdogan bi biryarên siyasî û keyfî bi hezaran endam, rêveber, hevşaredar û parlamenterên HDP'ê di hundur de digire. Li ser HDP’ê bi pêkanînên ku hewl didin biryarên xwe yên siyasî bi perdeyeke hiqûqî veşêrin, zexteke sîstematîk tê kirin. Kiryarên keyfî bi tecrîd, zext û rêbazên cuda yên êşkenceyê dewam dikin. Tenê di pîrozbahiyên Newrozê de bi hincetên ku 'cil û bergên Kurdî' li ber kirine yan jî 'rengên Kurdî' hilgirtine û hwd. bi sedan kes destgîr kirin.”
Çîmen her wiha diyar kir ku tevî hemû zext û bêhiqûqiyê jî nekarîn bi HDP’yiyên ku dîl hatine girtin ji ber têkoşîna wan a mafdar gavekê paşve bidin avêtin û got, “Em girîngiyê didin piştgiriya ji derve ya bi sekna bi biryar a siyasetmedarên HDP’ê yên li girtîgehê nîşan danî. Hesasiyeta ku hûn di çarçoveya kampanyaya “Piştgiriya bi Parlamenteran re” nîşan didin girîng e.”
Jordî Sole û Chrîs MacManûs piştî ku agahiyên berfireh ên ku Çîmen derbarê Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag û Mûsa Farisogullari yên beriya Newrozê hatin berdan dayî, diyar kirin ku kesên li Katalonya û Îrlandayê di dîroka xwe û têkoşîna xwe de jiyan kirin ku kesên ji ber fikrên xwe yên siyasî hatine girtin çawa ye û ji ber vê yekê ew ê di hemû astan de piştgiriya xwe bidomînin.
Nîkolaj Vîlmûssen got, “Mixabin geşedanên li Tirkiyeyê dibin sedem ku em timî bi fikar temaşe bikin. Em piştgiriyê didin xebatên HDP'ê yên ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û bi heyranî li têkoşîna wê ya bi biryar temaşe dikin. Divê zextên li Tirkiyeyê rawestin. Em ê ligel domandina agahdarkirina PE’yê û raya giştî, emê piştgiriyê bidin Leyla Guven û girtiyên din ên bi neheqî hatine girtin ku di nav wan de hevşaredar, parlamenter û bi hezaran rêhevalên me yên HDP’ê hene.”
Vîllûmsen derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku Leyla Guven ne bi tenê ye û got, "Erdogan ji bo ku wê bêdeng bike ew xist girtîgehê, lê em li cem wê û aştî û demokrasiya Tirkiyeyê ne. Em bi endamên din ên PE’yê re dixwazin ku HDP'yiyên girtî serbest bên berdan. Ji bo azadiyê axaftin ne sûc e."