Li Şaredariya Viyanayê resepsiyona Newrozê
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li avahiya şaredariyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li avahiya şaredariyê resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûryayê (FEY-KOM) pêşengî ji resepsiyonê re kir.
Li gel siyasetmedarên Awûstûryayî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî resepsiyonê bûn û cejna Newrozê pîroz kirin.
Endama Meclîsa Şaredariyê Şafak Akçay, Asrît Rompold, ji Partiya Keskan endama Meclîsa Şaredariyê Nîkî Kûnrat, Sefîra Bilind a Swêdê Anîta Markovîc, Ji AK-Arbeiter Kammer Wienê Asya Sel, ji Wezareta Entegrasyonê ya Viyanayê Davîd Berara, ji Asûl în not'ê Mîcheîl Denar, ji Fona Entegrasyonê ya Awûstûryayê Roja Gardî û pisporê siyasetê Tomas Schmîdînger tevlî resepsiyonê bûn.
Ji FEY-KOM'ê Cîna Ahmadî di destpêka resepsiyonê de axivî û ji ber piştgiriya ku her sal ji resepsiyonê re tê dayin spas kir.
Ahmadî anî ziman ku Newroz weke sembola azadiyê ya gelê Kurd gihîştiye vê astê û ji niha û pê ve jî wê di şexsê têkoşîna azadiyê ya Kurd de dewam bike.
Ahmadî got, "Têkoşîna mafdar a Kurdan di serî de ji aliyê Ewropayê ji aliyê welatên din ên cîhanê ve ji nedîtî ve hat û bi tenê hate hiştin. Lê belê tevî vê yekê jî têkoşîna azadiyê ya Kurd mezintir bû, xurtir bû û dewam kir."
Qisekerên din jî ji bo gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn hêviya aştî û azadiyê kirin. Resepsiyon bi gerandina govendê bi dawî bû.
Her wiha ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê 26'ê Adarê roja Şemiyê li navnîşana "Gasometer Guglgasse 1110 Wien" saet di 14:00 de dest pê bike, Kurd û dostên wan hatin vexwendin.