‘Pirtûkxaneya Rêbertî’ li Zûrîhê rastî eleqeyek mezin tê

Pirtûkxaneya gerok ku îro li Zûrîhê dest bi xebatê xwe kir rastî eleqeyek mezin a Swîsreyiyan hat. Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer diyar kir ku heya 4’ê Nîsanê tevî xebatên pirtûkxaneya gerok wê panel, semînar û konferansan lidar bixin.

"Pirtûkxaneya Rêbertiyê" ya ji bo nasandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re hat organîzekirin, ji Zurîhê dest bi gera xwe ya Swîsreyê kir.

Pirtûkxaneya Rêbertiyê ya ku par cara destpêkê di şertên qedexeyên ji ber şewbê de hat rêxistinkirin, îsal cara duyemîn bi Swîsreyan re dicive.

Pirtûkên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de girtî ye nivîsandiye ku paradîgmaya wî ya ekolojî, jin û demokrasiyê vedibêje,  bi rêya "Pirtûkxaneya Gerok" li Swîsreyan tên belavkirin. Her wiha daxuyaniyên bi zimanê Elmanî yên têkildarê jiyana têkoşînî ya 50 salî ya Abdullah Ocalan tê guhdarkirin.

Pirtûkxaneya ku li Helvetîaplatzê hatiye vekirin, li tevahiya rojê ji aliyê Kurdistaniyên li Zurîhê dijîn jî tê ziyaretkirin.

Endama Têkiliyên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîhê Rojhilat Amed ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew ji ber eleqeya Swîsreyiyan a li ser pirtûkxaneyê kêfxweş in.

Amed diyar kir ku bi taybetî jî nifşa ciwan a Swîsreyê eleqeyê nîşanî modela jiyana ekolojîk, azadîxwaz û demokratîk a li Rojava hatiye afirandin didin û got ku wan modela jiyanê ya ku bi fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye afirandin ji raya giştî ya Swîsreyê re vedibêjin bê ka çima Rêberê wan ê dîlgirtî pêwîste azad bibe.

Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Selma Surer jî wiha got: “Heta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me hem bi xebatên pirtûkxaneyê ku paradîgmaya Rêbertiya me tê vegotin û hem jî bi panel, semîner û çalakiyan em ê gelek çalakiyan li dar bixin. Em ê li gelek bajaran konferansan li dar bixin. Îro me li Zurîhê dest bi Pirtûkxaneya Rêbertiyê kir.”

Pirtûkxaneya Gerok di 28’ê Adarê de li Lûzern, di 29’ê Adarê de li Solothûrnê û di 30’ê Adarê de li Lozanê wê bi Swîsreyan re bicive.