Li Zanîngeha Lugano Konferansa Şaristaniya Kapîtalîst

Li Zanîngeha Lugano bi tevlêbûna zanyarên Swîsrî û Italî Konferansa Şaristaniya Kapîtalîst hate lidarxistin.

Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan liş dijî arîşeyên li cîhanê danî holê, ji hêla akademîsyenên welatên cihê û zanyaran ve tê nîqaşkirin.

Li Zanîngeha Lugano ya bajarê Lugano ya Swîsreyê Komeleya Vesazkirina Kobanê û CDK-S'ê 'Konferansa Şaristaniya Kapîtalîst' li dar xist. Li konferansê pirtûka, ''Manîfesyona Şaristaniya Demokratîk/ Şaristaniya Demokratîk: Serdema Êzdayên bêmaske û kralên tazî'' ya Ocalan a bi zimanê Italî hate nasandin.

Ji Zanîngeha Napoliyê Hîndekar Fîlozof-Nivîskar Rîno Melînconîce, endamên Insîyatîva Ji Ocalan re Azadî Prof Franko Cavallî, Dr. Beppe Savary û Ahmet Yaman li konferansê axivîn. Moderatoriya konferansê Nûçegihan Francesco Bonsaver kir.

Li konferansê pêşî Prof Franko Cavallî axivî. Cavallî diyar kir Şoreşa Roajva girîng e, ji bo ku şoreş li ser piyan bimîne hewceyî bi alîkariyê ye û got, ''Hewceye ku em alîkariyê bi Rojava re bikin. Ji bo şoreşa ku hatî kirin li ser piyan bimîne dviê her cure alîkarî pê were kirin. Li wir nexweşxaneyek tê avakirin. Me li vir xwest ku pereyan kom biin û bişîinn lê benqeyên Swîsrî destûra vê nedan. Ji bo ku ev were çareserkirin em hewl didin.''

Piştî Cavallî Dr. Beppe Savary axivî. Savary got,'Rêzdar Ocalan ne mirovekî jirêzê ye. Ramanê ku ew datîne, nîşan dide ku cîhana nû dikare bi aştî be. Mînaka Rojava vê nîşanî me dide. Çawa ku Mandela azad bû, divê Ocalan jî azad bibe.Li Swîsre me sazûmaniyek daniye, divê Ocalan azad bibe. Azadbûna Ocalant tê maneya aştiyê.''

Li ser navê CDK-S'yê Ahmet Yaman bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got,''Van salên dawî tecrîd zêdetir giran bûye. Rêbertiya me di nav şerên giran ên tecrîdê de ji bo gelên cîhanê îdeolojiyek danî. Li dijî modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk danî û rê nîşan da ku hemû gel dikarin li gel hev bijîn û nasnameyên xwe jî bihemînin.''

Li dawiya konferansê Rîno Melînconîce axivî. Melînconîce diyar kir ew î hemû berhemên Ocalan bi baldarî xwendine û paradîgmaya ku Oacalan daniye pir afirandêr e û nîşan daye ku dikare pratîk jî bibe.

Melînconîce got, ''Mînaka Rojava nîşan da nasnameyên cihê bêyî ku hev tine bikin dikarin bi hev re bijîn. Pirtûkên ku li girtîgehê nivîsîne nîşan daye ku ew ji lîderekî klasîk wêdetir lîderekî humanîst e. Mîna têkoşîna Antonîo Gramscî ya li dijî Mussolînî Ocalan jî li Imraliyê dike. Gramsci çawa ku bi pirtûkên xwe rexneyên giran li pergalê anîbe, Ocalan jî wê dike. Di serî de berhema Modernîtya Demokratîk, pirtûkên ewî nîşan didin ku cîhana wî ya ramanî çendî berfireh e. Ne ku tenê bang li Kurdan dike, bang li cîhanê dike. Di veguherîna civakê de mîtolojî dîn, zanîn xwedî tesîreke zêde ne .Ocalan li gorî Adorno xwedî rameneke behtir pozîtîf e. Ji bo sosyalîteyeke nû hewceyî bi pergaleke nû ya ramanê heye. Ocalan tam jî ji bo ku ev mirov û civaka nû derkeve holê têdikoşe.''